OHD: Bijîjkê girtîgehê rapor neda lêgerîna tazî û derpkirinê 2021-04-05 16:22:24   COLEMÊRG – Nûnertiya OHD’ê ya Colemêrgê, derbarê derpkirina aktîvîsta TJA’yê Seyhan Başak ku hatibûn girtin daxuyanî da û diyar kir bijîjkê girtîgehê rapor nedaye derpkirin û lêgerîna tazî ya li Başak hatiye ferzkirin.    Endamên Nûnertiya Colemêrgê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), derbarê derpkirin û lêgerîna tazî ku li Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Seyhan Başak a roja 31’ê adarê hatibû girtin de li Geverê daxuyanî da. Daxuyanî li buroya Parêzer Yûsûf Çobanoglû yê OHD’î hat dayîn. Rêveberên HDP’ê yên navçeyê, Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari û endamê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) tevlî daxuyaniyê bûn.    BI ZORÊ TAZÎ KIRINE   Di daxuyaniyê de Parêzer Harîka Gunay Karataş a OHD’î, bertek nîşanî bertek nîşanî lêgerîna tazî da û diyar kir ku lêgerîna tazî bûye polîtîkaya dewletê û wiha got: “Li girtîgehan lêgerîna tazî heye. Dem deman ev li miduriyetên polisan jî pêk tê. Lêgerîna tazî ji bo nenasnamekirin û teslîmkirinê tê kirin. Li Girtîgeha Colemêrgê lêgerîna tazî li muwekîla me Seyhan Başak hatiye ferzkirin û hatiye derpkirin. 4 gardiyanan muwekîla me derp kirine. Bi zorê li erdê dirêj kirine û kincên wê derxistine û piştre dîsa bi zorê kincên wê lê kirine. Li gel vê jî bijîjkê girtîgehê rapora lêgerîna tazî û derpkirinê nedaye muwekîla me.”   WÊ GILIYA LÊGERÎNA TAZÎ BIKIN   Di berdewamê de Karataş, da zanîn ku daxwaza wan a hevdîtinê ya têkildarî mijarê ji aliyê Rêveberiya Girtîgeha Colemêrgê ve hatiye redkirin û ev tişt anîn ziman: “Em ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemergê bidin û gilî bikin. Em ê daxwaz bikin ku lêpirsîna edlî bê destpêkirin, personelên ew roj peywirdar bên tespîtkirin û delîlên derbarê bûyerê de bên komkirin. Em lêgerîna tazî qebûl nakin û weke îşkence dibînin. Em ê li dijî feraseta desthilatê ku darazê ji xwe re kiriye amûr têbikoşin.”