Rapora Girtîgeha Şirnexê: Lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin 2021-04-05 14:55:59   ŞIRNEX – Rêxistinên Hiqûq û Maf, rapora xwe ya derbarê Girtîgeha Şirnexê de aşkera kir. Di rapora ku têde binpêkirin hatin ragihandin de hat diyarkirin ku lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Baroya Şirnexê, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, Nûnertiya Şirnexê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bon Azadiyê (OHD) û Navenda Referansa Cizîrê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), rapora meha adarê ya têkildarî Girtîgeha Şirnexê amade kiribûn, bi daxuyaniyeke hevpar parve kirin. Parêzer Newroz Ûysal ku raporê aşkera kir, da zanîn ku pirsgirêka avê ya girtîgeha ku di sala 2014’an de hatiye avakirin nehatiye çareserkirin û binpêkirinên mafan zêde bûne.    BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHÊ   Ûysal, bi lêv kir ku ku li girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê didome û bang li hikûmetê kir ku daxwazên girtiyan ên demokratîk bibersivîne û wiha qala binpêkirinên li girtîgehê kir: “Dema serdana me de hat diyarkirin ku lêgerîna tazî li malbatên 2 girtiyan hatiye ferzkirin. Girtiyan li dijî lêgerîna tazî serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye. Weke rêxistinên hiqûqê û mafê mirovan em jî lêgerîna tazî bi tu awayî qebûl nakin û pêkanînê weke îşkenceyê dinirxînin. Em daxwaz dikin ku derbarê mijarê de lêpirsîn bê destpêkirin. Dema serdegirtinên qawişan binpêkirinên mafên mirovan pêk tên û divê serdegirtinên qawişan bên terkkirin. Mafê ragihandinê yê girtiyan tê binpêkirin.”   ‘EM Ê BIŞOPÎNIN’   Di dawiya axaftina xwe de Ûysal banga bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê kir û ev tişt got: “Divê ji bo girtiyan şertê înfazê yên li gorî pêwistiya mewzûata navxweyî û navneteweyî yên li gorî rûmeta mirov bên pêkanîn. Em ê jî li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî şopdarê vê pêvajoyê bin.”