Baroya Amedê: Di sala 2020’an de 79 lêpirsîn û doz li 69 endamên me vekirin 2021-04-05 13:08:43   AMED – Baroya Amedê, da xuyakirin ku di sala 2020’an de, ji ber xebatên sazî û pîşeyî derbarê 69 parêzerên endamên baroyê de 78 lêpirsîn û doz hatin vekirin.    Navenda Mafê Parêzeran a Baroya Amedê, bi boneya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran, rapora xwe ya têkildarî lêpirsîn û dozên derbarê endamên baroyê hatine vekirin de amade kiribû, bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkere kir. Daxuyanî li ber Salona Konferansê ya Tahir Elçî hat dayîn. Gelek parêzerên endamên baroyê beşdarî daxuyaniyê bûn.     Endama baroyê parêzer Buşra Eylul Ozgultekîn, çewherê rapora hatibû amadekirin, parve kir.  Ozgultekîn, diyar kir ku parêzer Roja Parêzeran de, dibin şert û mercên zextan, bêhiqûqî, krîzên siyasî û civakî de pêşwazî dikin.   Piştî axaftinê, rapora derbarê lêpirsîn û dozên li endamên baroyê û endamên Desteya Rêveber baroyê de, di sala 2020’an de hatine vekirin de hatibû amadekirin hat xwendin.   Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2020’an de ji ber xebatên sazî û pîşeyî, derbarê 69 parêzerên endamên baroyê de 78 lêpirsîn û doz hatin vekirin.