Hevserokê HDP'î hat berdan 2021-04-05 11:31:05   RIHA – Hevserokê HDP’a Xelîliyeyê Muslum Aslan Bêrecûkê hatibû binçavkirin, hat berdan.   Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Xelîliyeyê Muslum Aslan ku duh ji ber rojbûna Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan çêbû Bêrecûkê û hatibû binçavkirin, hat berdan. Ji ber ku 10 darên zeytûnan di wesayîta wî de hatin desteserkirin, Aslan bi angaşta “propagandaya rêxistinê” li Miduriyeta Polisan a Rihayê îfade da. Li miduriyetê pirsên mîna “We yê van daran li kur danîna? We ji kî ferman girtî y?” ji Aslan hatin pirsîn. Piştî îfade dayînê Aslan hat berdan.