Li Amedê operasyon: Gelek jin hatin binçavkirin 2021-04-05 10:50:39 AMED - Li Amedê, di serdegirtina Komeleya Jinan a Rosa û gelek malan de, nûnerên partiyên siyasî jî di nav de gelek jin hatin binçavkirin.   Polîsan di saetên serê sibê de, li Amedê bi ser gelek navnîşanan de girtin, lêgerîn kirin û gelek kes binçav kirin. Polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa de jî giritn û lêgerîn kirin. Lêgerîna li komeleyê hîna jî dewam dike.     Di operasyona hat lidarxistin de, heya niha Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, Endama MYK'a DBP'ê Zeynep Uren, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Seval Gulmez, şêwirmenda parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun Gurbet Ozel, nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer, Dayika Aştiyê Nezahat Tekke, endama Akademiya Jinan a Amedê  Fîgen Aras, Hevseroka HDP'ê ya Peyasê ya berê Besîle Narîn, Sekretera Jinan a berê  ya Şaxa Sendîkaya BTS'ê Bahar Karakaş Ulûg, Sevîm Bîçîcî, Nûrşen Akbal, Satiye Ok, Ruken Bekalp û Şehrîban Zogûrlî jî di nav de gelek jin hatin binçavkirin.   Derbarê serdegirtina malan û komeleyê de tu agahî nehatin bidestxistin. Komeleya Rosayê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî serdegirtina da û wiha got: "Di 22'yê Gulana 2020'an de, bi ser komeleya me de hatibû girtin, gelek hevalên me hatibûn binçavkirin û dûre jî hatibûn girtin. Hevalên me di danişînên xwe de gotibûn ku ew li vê derêne û ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Pişte hemû hatibûn berdan. Îro piştî 11 mehan, dîsa bi ser komeleya me de girtin. Bi awayekê bêhiqûqî derî şikandin, pergala zengê jê kirin û bêyî ku agahiyê bidin tu rêveberiyeke me dest bi lêgerînê kirin. Ev darazeke bi pergaliye. Em vê tacîza daraza bi pergalî qebûl nakin. Li dijî polîtîkayên teslîmgirtin û nefretê yên ku desthilatdarî li dijî jinan bi rêve dibe, em dibêjin, EM HEBÛN, EM HENE, EM Ê HEBIN!"