Amîralên ku Danezana Montroyê weşandibûn hatin binçavkirin 2021-04-05 10:01:01   ENQERE - Piştî ku derbarê 104 amîralên teqawîd ên Danezana Montroyê weşandibûn de lêpirsîn hat destpêkirin, serê sibê çend kes ji wan hatin binçavkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, derbarê amîralên teqawîd ên Danezana Montroyê weşandibûn de lêpirsîn da destpêkirin û biryara binçavkirina wan da. Polîsan serê sibê saet di 06.00’an de dest bi binçavkirina amîralan kir. Hat diyarkirin ku di merheleya ewil de ji amîralan Kadîr Sagdiç, Cem Gurdenîz, Atîlla Kezek, Ergun Mengî û Alaettîn Sevîm hatine binçavkirin.