Berpirsiyarê komkujiyê gef li malbatên mexdûr xwar! 2021-04-05 09:01:28 STENBOL - Birayê Zulfer Akkûrt ê li Kerboranê hat kuştin Hayrettîn Akkûrt diyar kir ji ber ku wan giliyê komkujiyê kiriye Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Alî Tapan ê wê serdemê gef lê xwariye û got: “Em ê dest ji vê dozê bernedin.”  Di 3’yê Tîrmeha 1993’yan de eskeran bi ser gundê Çêlik a girêdayî navçeya Kerborana Mêrdînê de girt û bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” gundiyan guleberan kirin. Di encama gulebaranê de Ahmet Kavakçioglû, Mehmet Kavaçioglû, Alaattin Acar, Fahrettin Acar, Mahmut Erol, Suleyman Erol û Zulfer Akkûrt bi awayek şewitandî hatibûn kuştin. Bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” derbarê 7 gundiyan de girtek hatibû girtin û lêpirsîna derbarê bûyerê de wê çaxê bûyerê hatibû girtin. Piştî ku derbarê kuştinên ji aliyê JÎTEM’ê ve di salên 90’î de pêk hatin, lêpirsîn hatin destpêkirin. Malbatên van welatiyên hatine kuştin serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan û di encama serlêdanê de di 1’ê mijdara 2013’an de Serdozgerya Komarê ya Amedê ku xwedî Erka Taybet bû lêpirsînê da destpêkirin. Pişt re derbarê vê lêpirsînê de biryara nerayeyê hatibû dayîn.    Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê di dawiya sala 2020’an de bi îdiaya “dembihûrînê” û yên hatine kuştin “milîs in” biryara dozvenekirinê dabû û ser dosyeyê girtibû.    Malbatan bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Midyadê dabûn û serlêdan di cih de hat dîtin û biryara dozvenekirinê hatibû rakirin.    EWILÎ KUŞTIN E Û PAŞÊ ŞEWITANDIN E    Birayê Zulfer Akkûrt ê di serdegirtina gund de hatibû kuştin Hayrettîn Akkûrt da zanîn dema bûyer qewimiye ew hêj 14 salî bûye û şahidê bûyerê ye. Akkûrt anî ziman ku ku divê ji bo tiştên hatine qewimandin kes çavê xwe negire û pişt guh neke û wiha got: “Bi gotina ‘Ev PKK’yî bûn’ dixwazin ser bûyerê bigirin. Ewilî wan kuştin û pişt re jî wan şewitandin.”    DELÎLÊN KOMKUJIYÊ HENE    Akkûrt anî ziman ku têkildarî ku cenaze hatine şewitandin gelek delîl hene û got: “Li gundê me adeta komkujî pêk hat. Niha gundê me di bin ava Bendava Ilisû de maye. Xwezî di bin avê de nema û her kesî biçûya bidîta. Wê şopa hovîtiya 28 sal berê hêj bihata xûyakirin. Beriya gund di bin avê de bimîne min van cenazeyan derxist û me li cihek din veşart. Heke dixwazin dikarin werin test bikin.”   PARÊZERÊ TAPAN GEF LI WÎ XWARIYE    Akkûrt destnîşan kir ku her tişt ji aliyê Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Alî Taman ê wê serdemê ve pêk hatiye û wiha got: “Me bi şahidan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û gilî kir. Piştî vê serlêdanê parêzerê Alî Tapan kaxizek hişyariyê şandiye mala min. Li ser vê yekê ez li parêzerê Alî Tapan geriyam. Min jê re got ‘tu çawa parêzeriya vî kesî dikî, ma qeyê qet wîjdanê we naêşe?’ Ji min re got ‘bi fermana dewletê kiriye’. Yanî dewletê fermana vê bûyerê daye. Ji min re got ‘dev ji vê dozê berde, heke tu dev jê bernedî tu zanî’. Min jê re got, lê ez ê qet û qet dev ji vê dozê berendim. Heta ji destê min were ez ê bibim şopdarê dozê û ez ê li mafê birayê xwe û gundiyên me din bipirsim. Li kî dera Tirkiyê dibe bila bibe ez ê dest ji vê dozê berendim.”    ‘BILA ÊDÎ QEBÛL BIKIN’    Akkûrt destnîşan kir ku neheqî û bêhiqûqiyên li Tirkiyê qewimîn û diqewimin li ber çavê her kesî ye û got: “Zilmek mezin li ser me heye.” Akkûrt anî ziman ku komkujiya li bi destê dewletê li gundê wan pêk hatiye bila êdî were ronîkirin û dewlet vê bûyerê qebûl bike.    MA / Ferhat Çelîk