Bi boneya 4'ê Nîsanê 72 dar çandin 2021-04-04 14:21:43 ŞIRNEX- Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, bi wesîleya roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 72 dar çandin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li taxa Mişûlê 72 dar çandin. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, Dayîkên Aşitiyê tevlî bernameyê bûn û bi boneya 72’yemîn rojbûna Ocalan 72 dar çandin.    'HÊVÎ DIKIN KU BIBI WESÎLEYA AŞTIYÊ'   Pêşiya dar çandinê parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş, bal kişand  ser girîngiya 4'ê Nîsanê û wiha axivî: "4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojeke girîng û bi wate ye. 10 mîlyonan Kurd birêz Ocalan weke Rêberê xwe qebûl kiriye. Ev roj roja vejînê ye. Ji bo wê em dibêjin keda herî pîroz parastina xwezayî ye. Xweza xurtkirine. Ji ber girîngiya vê rojê em 72 daran diçînin. Em hêvî dikin ku ev roj bibe wesîleya azadî, aştî û bingeha demokrasiyê."   Piştî axaftinan bi klam û govendê, 72 dar hatin danîn.