Dê bi zagonê name û hevdîtinên girtiyan têxin qeydan 2021-04-04 12:28:12 ENQERE - Bi zagona torbe ya anîn rojeva meclîsê armanc dikin ku name û hevditinên girtiyan têxin bin qeydan. Girtî êdî dê bi reya e-name ragihandinê pêş bixin.    Bi îmzeya parlamenterên AKP'ê, Zagona Torbe ya "Pêşnûmeya der barê Guhertina Zagonan a Hin Qanûnen Usula Tahsîlên Cemaweriye de" pêşkeşî meclisê kirin. Di xalên 9 û 10'an ên vê pêşnumeya Zagonan torbe de ji bo girtigehan jî gelek guhertin hene. Bi vê guhertinê dê girtî êdî nameyên xwe li ser e-name (e-mektup) bişînin. Hemû name û ragihandina di navbera girtiyan û kesên derve de dê ragihandin bi e-name pêk bê û hemû name dê bên qeydkirin. Dîsa xizmên girtiyan ên biçin hevdîtinê dê axaftina wan bên guhdarkirin û qeydkirin. Name û hevdîtinên bên qeydkirin dê heta saleke di qeydan de bimîne û piştî der barê naverokê de tiştekî li gorî zagonan bi saqince tune be dê bê jêbirin.  Duh bi lez bû bez ev pêşnûneya zagona torbe şandin meclisê. Zagon dê roja çarşeme peşkeşi Komîsyona meclîsê bikin.      Bi vê xala 9'emîn a Zagona Torba dê name, faks, telgraf ê ku girtî ji sazi, malbat û parêzeren xwe re dişînin, dê bên qeydkirin. Name, faks û telgraf dê di şertên dijital de bên qeydkirin û bên veşartin. Her çend bi kesên cuda re neyen parvekirin jî dê heta salekê qeyda wan bê parastin û piştî salekê qeyda wan bê jêbirin.      MA / Selman Guzelyuz