Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê 2021-04-04 10:48:53 ENQERE - Heyeta Îmraliyê herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de çû Îmraliyê. Hikûmetê piştî ziyaretên heyetê ji ser Îmraliyê qut kir, pêvajo xera kir. Bi girankirina tecrîda li Îmraliyê, tecrîd li Tirkiyeyê jî belav bû. Ji mirovên aqilmend Celalettin Can, yê di nava heyetên çareseriyê de cih girt diyar kir ku şert û mercên li dijî Ocalan bû nîşangeha demokratîkbûna Tirkiyeyê.  Li Tirkiyeyê piştî heyetek ava bû û bi rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, pêvajoyek nû dest pê kir. Heyeta ku ji parlamenterên HDP'ê pêk dihat yekem car di 3'ê Çileya 2013'an de çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî nûnerê xwe qebûl kir û fikrên Ocalan esas girt. Li gorî bang û pêşniyarên Ocalan tev geriya û gotinên Ocalan ji bo xwe rêgeh qebûl kir. Heta 5'ê Nîsana 2015’an heyet çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Lê piştî 5'ê Nîsanê Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan got 'Ez masê nas nakim' û pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Di ser qutkirina ziyaretên heyeta Îmraliyê re 6 sal derbas bûn. Piştî pêvajoya çareseriyê bi rawî bû rewş li Tirkiyeyê gelek guherî. Şer geş bû. Bajar xera bûn. Bi sedan mirov hatin kuştin. Bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Aboriya Tirkiye ser û bin bû. Tercîra ku li Îmraliyê giran bû, li hemû Tirkiyeyê belav bû. Piştî ziyareta heyetê ji ser Ocalan hat qutkirin, Ocalan di ziyaretên malbatê de gelek caran rayedarên Tirkiyeyê hişyarî kir û ji bo çareseriyê bang û pêşniyarên xwe anîn ziman. Ji ber hikûmetê guh neda bangên Ocalan hemû hişyariyên Ocalan yek bi yek pêk hat. Her çend Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bang li rayedarên dewletê û hikûmetê kir jî, hikûmet û dewletê dîsa di tecrîdê de israr kir û deriyê Îmraliyê li hemû ziyaretan girt.    PIŞTÎ ERDOGAN LI DIJ DERKET PÊVAJO QUT BÛ    Dema heyet diçû Îmraliyê, di Adara 2015'an de Serokomar ji bo pêvajo bidome şert danîn û li dijî Peymana Dolmabahçe derket. Piştî Erdogan got 'Ez maseyê nasnakim' herî dawî heyet di 5'ê Nîsanê de çûn Îmraliyê û hevdîtinên heyetê hatin qutkirin. Pakêta ewlehiya hundirî tevî hemû rexneyan di Adara 2015'an de di meclîsê re derbas kirin.    OCALAN: AKP BIBE OTORÎTER DÊ EWIL XWE XELAS BIKE   Di hevdîtinên Îmraliyê de Ocalan pakêta ewlehiye wiha şirove kiribû: "AKP dixwaze destura bingehin a hegemonik ava bike. zagona ewlehiyê jî di navde ev fareset dê di serî de AKP'ê bi xwe re winda bike. Ev zagon li ser provokasyonan tê avakirin. Bûyerê 6-7'ê cotmehê bi xwe provokasyon bûn. Avakirina zagonan a li ser provokasyonan dê pirsgirêkan bêtir mezin bike. Ev zagona ewlehiyê tu tiştî çareser nake. Zagonên ewlehiyê û asayişe kêrî tu karî nayê. Zagona ewlehiyê dê herî zêde zerarê bide wan. Ku AKP bixwaze bibe otoriter tê xwe xelas bike. Ku AKP ne ji dil be, vê carê gerîlla dê şerê heqîqî peş bixe. Ku feraseta faşîzmê ya peyman tune, çareserî tune, aşti tune ferz bike dê şer dest pê bike."    OCALAN HIŞYAR KIR: CAREK DIN WE NÎNIN VIR   Dîtinên Ocalan pêk hatin. Di 27'ê adarê de pakêt li meclisê derbas kirin. Piştî pakêt derbas kirin di 4'ê Nîsana 2015’an de di Rojnameya fermî de weşandin û piştî hevdîtina 5'ê Nîsanê hevdîtina heyetê bi dawî kirin. Ocalan di hevdîtina 5'ê Nîsanê de hişyarî kir û got: “Carek din dikarin we nînîn vir. Dibe ku ev hevditina dawî be."    PIŞTÎ 7'Ê HEZÎRANÊ TECRÎD GIRAN KIRIN   Piştî 5'ê Nîsanê aliye Kurdan li gel komkujiya 9'ê çileya 2013'an ku li Parîsê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin jî disa pêvajoya çareseriye berdewam kiribûn. Erdogan gotibû 'Dê ji çiyê vegerin û girtîgeh vala bibin' û peyamên çareseriyê dabûn civakê. Lê li gel payamên Erdogan pêvajoyê heta ku HDP'ê di 7'ê hezîrana 2015'an de ji sedî 10 bend derbas kir û li meclîsê bû partiya 3'emîn berdewam kir. Piştî niqaşên ku Kurd bi wekîlên serbixwe têkevin hilbijartinê pêş ket, Ocalan di hevditinê de xwest HDP bi navê xwe têkeve hilbijartinê. Piştî HDP bi navê xwe ket hilbijartinê bi dengekî zêde û hêjmarek zêde ket meclisê. Tevî ku AKP'ê got “HDP dê bendê derbas neke" jî HDP'ê di hilbijartina 7''ê hezîranê de ji sedî 13 bend derbas kir û bû partiya 3'emîn. Tecrîda ku piştî hevdîtina 5'ê nîsanê dest pê kir, bi hilbijartinê bêtir giran bû. Piştî hilbijartinê AKP'ê hilbijartin qebûl nekir û di 1'ê mijdara 2015'an de dubare hilbijartin pêk hat. Piştre hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê pêş ket û hikûmeta AKP'ê li tevahiya Tirkiyeyê OHAL îlan kir. Pişi vê yekê pêvajoya çareseriyê ku Ocalan da destpêkirin bi dawî bû û li şûna wê şer û tundi pêş ket. Tecrida li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû.    PÊVAJO BI FERMÎ QEDANDIN   Piştî civîna Lijneya Ewlehiya Mîllî (MGK) ya di 24'e Tîrmeha 2015'an, îqtîdarê bi temamî pêvajo xelas kir û li ser şer û înkarê biryar stendin. Piştî biryara şer Kurdan li gelek bajaran xweserî îlan kirin. Piştî îlana xweseriyê hikûmetê li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Şirnex û gelek bajarên din şer îlan kir. Di şer de bajar tev xera bûn. Bi sedan kesan di şer de jiyana xwe ji dest dan. Tang, top ketin nava bajar. Endamên DAIŞ'ê di 5'ê hezîranê de li Amedê di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê û di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê komkujî pêk anîn. Di êrîşan de 140 welatiyên sivîl hatin qetilkirin.    OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ    Ocalan di hevdîtinên heyetê de hikumet hişyar kiribû. Gotibû "Ku gavên demokratikbûnê neyên avêtin dê darbe pêk bê. AKP bi rêgezên demokratîk de xwe ji darbeyê bipareze û demokrasî pêş bikeve." Piştî hevdîtin bi dawî bûn, di 15'ê Tîrmeha 2016'an de darbe pêk hat. Balafirên şer meclîs bombe kir. Piştî darbeyê AKP'ê di 20'ê Tîrmeha 2016’an de OHAL îlan kir û şer dest pê kir. Piştî OHAL'ê bi deh hezaran karmend bi KHK'ê hatin dûrxistin û bi sedan sazî hatin girtin. Bi sedan rêxistinên civakî hatin girtin. Bi hezaran kes hatin girtin. Di 4'ê mijdara 2016’an de hevserok û wekîlen HDP'ê hatin girtin.   REJÎM HAT GUHERTIN   Piştî di 5'ê Nîsana 2015’an de hevditin bi dawi bûn û tecrîd giran bû. Bi tecrîdê re rejîma Tirkiyeyê hat guhertin. Di referanduma 16'ê Nîsana 2017’an de rejîm hat guhertin û derbasî pergala Serokomariya partîyi bûn. MHP'ê bi gotina “Ji tere Serokatî bide xweseriyê " dawi li pêvajo çareseriyê anîn û piştgirî da pergala Serokomariya partiyî. Di 14'ê Hezîrana 2017’an de bi piştgiriya CHP’ê destnedayinên wekilan rakirin û li dijî parlamenteran operasyonê dest pê kir. Heta wekîlê CHP'ê Enis Berberoglu jî hat girtin.    GREVA MEZIN DEST PÊ KIR   Di pêvajoya tecrîdê de TSK'ê di 20'ê Çileya 2018'an de bi hevkariya OSO li dijî Efrînê şer dest pê kir. 72 balafirên şer di şevekê de Efrîn bombe kirin û piştî 58 rojan di şerê tang û topan de gelê Efrînê bajar vala kirin. Hevseroka KCD'ê Lelya Guven ji ber li dijî şer derket hat girtin. Piştî tecrid giran bû û agahî ji Ocalan qut bû, di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de di 8'ê mijdara 2018’an de li girtîgehan li diji tecrîdê greva birçîbûnê dest pê kir. Greva birçîbûnê li hemû girtîgehan û li welatan belav bû. Çalakiya grevê 200 rojan berdewam kir. Piştî çalakiya grevê parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin kirin. Di roja 180’emin a çalakiyê de parêzer çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.    Parêzer herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011’an de çûbûn Îmraliyê. Piştî çalakiya grevê 8 sal şûnde yekem car di 2'ê Gulana 2019’an de çûn Îmraliyê. Parêzer piştre di 22'ê Gulanê, 12'ê hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019’an de çûn Îmraliyê. Ocalan di hevdîtinan de gotibû “Ez dikarim di hefteyekî de şer bi dawî bikim. Ez dikarim çareser bikim û ez ji xwe bawer im. Le bes divê dewlet û aqilê dewletê divê tiştên pewist bike. Piştî vê gotina Ocalan ji 7'ê tebaxê û şûnde destûr nedan ku parêzer biçin îmraliyê.    LI ALIYEKÎ TECRÎD LI ALIYÊ DIN ŞERÊ GARÊ    Hikûmeta AKP'ê ku pêvajo bi dawî kir û tecrîd giran kir, ji bo rojevê biguherîne û puanan bi dest bixe, li ser navê "Xelaskirina eskerên di destê PKK'ê" de bi hevkariya PDK'ê li Garê şer da destpêkirin. Lê li şûna eskeran rizgar bike, 13 eskerên xwe yên dîl girtî kuştin û cnazeye wan anîn Tirrkiyeye. 13 esker û polîsên ku 6 salin di destê PKK’ê de bûn û heta niha tiştek nehatibû serê wan, piştî di operasyonê de hatin kuştin, bertek û nerazibûnên li dijî AKP'ê zêdetir bûn.    JI BO HDP'Ê BIGIRIN DOZ VEKIRIN   Piştî polîtîkayên AKP'ê yên şer bi ser neketin û di Şerê Garê de têk çû, vê carê bi destê darazê girtina HDP'ê xist rojevê. AKP'ê li ser daxwaza MHP'ê xwest HDP bê girtin. Li ser vê yekê dozger îdeaname amade kir û xwest HDP bê girtin. Wekiltiya parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu xistin û şandin girtîgehê.    BI MILYONAN AZADIYA OCALAN XWEST    Girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo tecrîd bi dawî bibe di 27'ê Mijdara 2020’an de li hemû girtigehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî terîdê di roja 129’an de berdewam dike. Li gel hemû qedexe û astengiyan gele Kurd di 21'ê Adarê de bi milyonan tev li pîrozbahiyên Newrozê bûn û bi yek dengî ji bo Azadiya Ocalan dirûşme berz kirin. Dîsa li dijî girtina HDP'ê û peymana Stenbolê bertekên xwe anîn ziman. Li ser bertekên gel Mehmet Ocalan di 25'ê Adarê de li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi Abdullah Ocalan re axivî. Lê axaftina telefonê di deqeya 4'an de qut kirin. Ocalan di axaftina telefonê de got “Dewlet şaşiyan dike. hûn jî. Ev li dijî hiqûqê ye. Ez parêzerên xwe dixwazim. Divê parêzer bên dîtina min."    PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JI BO TIRKIYEYÊ ŞANSEK MEZIN E    Ji kesên Heyeta Mirovên Aqîl û Berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can, anî ziman ku pirsgireka Tirkiyeye ya herî mezin şer e û wiha got: "Pêvajoya çareseriyê ji bo Tirkiyeyê şansek mezin bû. Şerê heyî Tirkiyeyê dixe nava tariyê û pêşeroja wê tune dike. Hemû butçeya Tirkiyeyê li şer xerç dikin. Şer, rêbazen eskerî û şer çavkaniyên Tirkiyeye zuha dikin. Deynê Tirkiye yê derve zêde dike. Ji ber eskeran dişînin Sûriye, Iraq, Libya û Karabagê lêçûna Tirkiye ya derve pir zêde ye. Dîsa li hundir meseleya Kurdan dikin hincet û pereyen zêde li eskeriyê xerç dikin. Ev zerare didin siyaset û civakê. Aboriya Tirkiyeyê îflas kiriye."     'QEYRAN LI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BELAV DIBE'    Can, bal kişand ser polîtîkayên şer û wiha bi dawî kir: "Her ku şer bidome, xizanî, betalî û kaos zêde dibe. Li Tirkiyeye qeyranên siyasî, aborî û civaki her ku diçe kûr dibe. Ev ne tenê li herêmê, li hemû Tirkiyeyê belav dibe. Qeyrana mîlli her ku diçe kûr dibe. Ev qeyranen ku mezin dibin hemu encama şer e. Her ku şer bidome û pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê çareser nebe, dê qeyran bêtir kûr bibe. Divê mirov li çareseriyên alternatif bigere. Alternatifa me demokrasî, aşti, azadî û reveberiyên azad e. Demokratîk û komara demokratîk e. Sedema qeyranê tecrîd e. Tecrîda li ser Ocalan bû barometreya demokrasiyê. Dema em li meselaya Kurd dinerin, em dibînin ku meseleya kurd bi nêzîkatiya li hemberi Birez Ocalan ve girêdayî ye. Bi demokratikbûn û azadiya mafan ve giredayi ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe û rê li pêş demokrasiyê bê vekirin. Em pêvajoya çareseriyê bînin bîra xwe, wê demê her tişt bêtir aram bû. Divê em vê yekê ji bo xwe dîsa bikin ronahî û dîsa pêvajoya çareseriyê bidin destpêkirin.    Ocalan di hevdîtina xwe de gotibû 'Demokrasî û azadiyê niqaş bikin.' Heri dawî dema Ocalan bi telefonê axivî, axaftina wî di nêvî de qut kirin. Telefona kesekî wekî wî ku nûnertiya wî xurt di nêvî de qut kirin. Tecrîda di vê rewşê de, ji meseleya navbera dewlet û Ocalan zêdetir dibe meseleyek civakî. "   MA / Zemo Aggoz