‘Derbkirina Gergerlîoglû mînaka bêhiqûqiyê ye’ 2021-04-03 15:59:07   EDENE - Platforma KHK’ê û ÎHD’ê diyar kirin ku binçavkirina bi derb a Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î mînaka “şermê” û bêhiqûqiyê ye.   Şaxa Edenê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Plarforma Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK), bi daxuyaniyekê binçavkirina bi derb a Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î ku parlementeriya wî hatibû xistin şermezar kirin. Hevserokên HDP’ê yên Edeneyê, Endamên Meclîsa HDP’ê, endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Ked’ê (EMEP) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan beriya daxuyaniyê Parka Heykelliyê bi bariyeran girt û ketina parke asteng kirin.   JI POLÎSAN HINCETEKE BALKÊŞ    Polîsên ku diyar kirin desturê nadin daxuyaniyê ev tişt gotin: “Omer Farûk Gergerlîoglû sûcdar e. Em destûr nadin ku hûn derbarê sûcdarekê de daxuyaniyê bidin.” Girseyê li gel hemû astengiyên polîsan jî di bin dorpêçê de daxuyanî da.   DÎMENÊN ŞERMÊ    Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Edeneyê Yakûp Ataş, diyar kir ku binçavkirina bi derb, heqaret û bi zorê ya Gergerlîoglû dê weke “dîmenên şermê” bimîne nav hişan de û anî ziman ku ew dîmen mînaka bêhiqûqiyê ne. Ataş, da zanîn ku wê nobeta edaletê ya Gergerlîoglû ji bo wan bibe rêber.   Girseyê piştî daxuyaniyê li avahiya ÎHD’ê Nobeta Edaletê da destpêkirin.