Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye 2021-04-03 14:36:02   ENQERE - Parlementerê HDP’ê Mahmût Togrûl, diyar kir ku Gergerlîoglû bi awayekî korsanwarî ji nexweşxaneyê hat revandin û wiha got: “Em nizanin niha Gergerlîoglû li ku derê ye.”   Polîsan duh bi şev bi ser mala Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î de girtibûn û bi lêdanê binçav kiribûn. Gergerlîoglû yê ku rewşa wî nebaş bû, rakirin nexweşxaneyê û li Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê anjiyo bû. Hat diyarkirin ku Gergerlîoglû yê ku tedawiya wî dewam dikir, ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û ew birine girtîgehê. Têkildarî revandina Gergerlîoglû ya ji nexweşxaneyê, parlementerên HDP’ê li pêş Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê daxuyanî da û bertek nîşanî rewşê da.   ‘HAT REVANDIN’   Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, diyar kir ku Gergerlîoglû bi awayekî korsanwarî ji nexweşxaneyê hat revandin û wiha got: “Em nizanin niha Gergerlîoglû li ku derê ye. Îhtîmal e ku biribin Girtîgeha Sîncanê. Ev şiklekî din yê zilmê ye ku li Tirkiyeyê nehatiye dîtin. Parlementerek ji vir, ji hevalên wî û ji çapemeniyê hatiye revandin. Me çiqas xwest agahiyekê bigirin jî, kesê tu agahî nedan me.”   ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Togrûl, ji peywîrdarên cemaweriyê re wiha bang kir: “Ez vê yekê ji peywîrdarên cemaweriyê re dibêjim; li gorî rêgezên exlakî yên pîşeyî tevbigerin. Qebûl nekin ku kes ji derveyî hiqûq û exlakê, fermanê bide we. Derbarê hevalê me de agahî nedayîn nayê qebûlkirin. Revandina parlementerekî nayê qebûlkirin. Niha rewşa tenduristiya wî çiye, tenduristiya wî ji vê teşeya revandinê re çiqas guncawe, em wê jî nizanin Êdî dest ji van rêbazên xwe yên derveyî hiqûqê berdin.”