Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn 2021-04-03 14:12:39   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, aqûbeta Metîn Andaç, Neslîhan Ûslû, Hasan Aydogdû û Mehmet Alî Mandal ku piştî li Alaçatiyê hatibûn windakirin û careke din agahî ji wan nehatibû girtin pirsî.    Çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku ji aliyê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ve tê berdewamkirin, ji ber pandemiyê bi awayekî onlîne hat lidarxistin. Di çalakiyê de aqûbeta Metîn Andaç (46), Neslîhan Ûslû (30), Hasan Aydogdû (24) û Mehmet Alî (40) Mandal ku piştî li Alaçatiyê hatibûn windakirin û careke din agahî ji wan nehatibû girtin, hat pirsîn.    Di çalakiyê de Endamê Lijneya Birêvebirina Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli, diyar kir ku hewldanên dîtina aqûbeta her çar windayan a malbatan, Rêxistin Efûyê ya Navneteyî û Komîsertiya Bilind a Neteweyên Yekbûyî bê encam mane û bi bîr xist ku binçavkirina her çaran jî nehatine qebûlkirin.    ÛNSAL LI XWE MIKUR HAT   Canli, bîr xist ku Wezîrê Karên Hundir ê Demê Mûrat Başeskîoglû, derbarê her çaran de gotiye ku ji ber endamtiya rêxistinê navê wan di lîsteya kesên ku li wan tê gerandin de hebûye û wiha got: “Salek piştî bûyerê kesê bi navê Tûran Unsal ku xwe weke Peywirdarê Tîma 03 ya girêdayî JÎTEM’ê da nasîn li xwe mikur hat. Li gorî li xwe mikurhatinê; Neslîhan Ûslû û hevalên wê destpêkê li avahiyeke kontrgerilla ya li qadake leşkerî ya li Foçayê bi îşkenceyê di lêpirsînê re hatine derbaskirin. Piştre li semta Hatay Uçkûyûlar li avahiyeke kontrgerilla hatine ragirtin. Piştre jî Neslîhan û hevalên xwe ji îşkenceyê derxistine, dest û piyê wan şikandî û bi awayekî wan ji ser hişê wan birine li keleka masîvanan siwar kirine û li peravên Seferîhîsarê bombe di wan de teqandine û ew noqî avê kirine.”    ‘LÊPIRSÎNEK BI BANDOR NEHATIYE KIRIN’   Canli, di berdewamê de bi lêv kir ku derbarê angaştên Unsal de lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirine û ev tişt anîn ziman: “Aqûbeta Metîn Andaç, Neslîhan Ûslû, Hasan Aydogdû û Mehmet Alî Mandal di tariyê de ma. Daxwaza malbatan a ji bo dîtina cenazeyên wan bêbersiv hatin hiştin. Em careke din bangî çavên ku naxwazin bibînin û guhên ku naxwazin bibihîzin dikin û dibêjin ku bila aqûbeta mirovên ku dewletê wan winda kiriye bên aşkerakirin û faîlên wan bên darizandin.”