Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn 2021-04-03 13:59:11   DERSIM - Li Dersimê, ji bo 35 kesên di Newrozê de guvend gerandin, her yek ji wan 427 TL pere ceza hat birîn.   Walitiyê, li 35 welatiyên beşdarî pîrozbahiyên Newroza Dersimê ya bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin” bûn û govend gerandin cezayê pere birî. Walitiya Dersimê bi hinceta “Di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de, rêgezên mesafeya civakî binpêkirine” li 35 welatiyan her yek ji wan  427 lîre cezayê pere yê îdarî birî. Parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu 14 hezar û 945 lîre cezayê pere ku walitiyê bi komî daye 35 welatiyan, bir rojeva Meclîsê. Onlu, diyar kir ku cezakirina bi pere ya welatiyan nîşaneya hiqûqa dijminantiyê ye.    JI ÇEND KESAN RE CEZA HAT BIRÎN?   Onlu derbarê mijarê de ev pirs ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirsîn:    “* Sedema vê hiqûqa dijminantiyê ya wezareta we û yekeyên îdarî ya li dijî saziyên me pêre tifak kiriye, pêkhateyên me û partiya me çî ye?     * Çend kes an kesên tevlî kongreyên AKP’ê bûne û ji ber rêgezên mesafeya civakî binpêkirine ceza ji wan re hatine birîn hene? Heke ceza nehatibe birîn sedemê wê çî ye?      * Di nava vê sala dawîn de li Dersimê ji ber rêgezên mesafeya civakî binpêkirine ji çend kesan re ceza hatiye birîn?     * Di nava vê sala dawîn de li Dersimê ji çend welatiyan re cezayê pere yê îdarî hatiye birîn? Sedemê birîna cezayî ya van kesan çî ye?     * Hûn difikirin ku Walî Mehmet Alî Ozkan ê ji roja hatiye tayînkirin heta niha weke serokê AKP’ê yê bajêr tevdigere ji peywîrê bigirin?”