Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri 2021-04-03 13:38:50   RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferit Şenyaşar ji bo lêgerîna Edaletê 26 rojin li pêş Qesra Edaletê ya Rihayê nobeta Edaletê digirin. Malbata Şenyaşar, diyar kirin ku heta edaletê bi dest bixin dê têbikoşin û bang li hemû rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan kirin ku piştevaniya wan a jibo edaletê bikin.    Xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz di 14'ê Hezîrana 2018'an de dema eznaf ziyaret dikirin, li dikana Heci Esvet Şenyaşar êrîşî wî û lawê wî kiribûn. Di êrîşê de bav û 2 law kuştin û 2 law jî birîndar kirin. Piştî bûyerê lawê wan ê birîndar Fadil Şenyaşar girtin. Di 2'ê Nîsanê de 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê 27 sal ceza li Fadil Şenyaşar birî. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferit Şenyaşar ji bo lêgerîna Edaletê 26 rojin li pêş Qesra Edaletê ya Rihayê nobeta Edaletê digirin. Mehmet Şenyaşar jî îro tev li nobeta Edaletê bû.    Piştî 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birî û 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî, Ferîd Şenyaşar ê duh tev li danişina dozê bû bertek nîşanî biryara dadgehê da. Ferît Şenyaşar, ani ziman ku dadgehê bi awayekî neheq li birayê wî Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh ceza biri ye û wiha got: "Di darizandinê de hesab ji komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hat kirin nehat pirsîn. Li ber çavan komkujî kirin. Malbatek tune kirin. Der barê vê komkujiyê û tinekirina malbatê de tu darizandin nehat kirin. Qetlîama esasî û mezin li Nexweşxxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat. Lêpirsina vê komkujiyê hêj di destê dozgerê Komarê yê Rihayê de ye. Hêj der barê vê lêpirînê de biryara veşartina dosyayê heye. Em îro tên vir û edaletê diwazin. Heta ku ‘Adalet’ pêk bê emê lêgerîn û têkoşîna xwe ya ji bo Edaletê berdewam bikin."    HEYETA DADGEHÊ DI BIN ZEXTAN DE YE   Şenyaşar, destnîşan kir ku heyeta dadgehê di bin zextên siyasi de ye û wiha axivî: "Eger darizandinek bi edalet pêk bê, birayê min Fatil wê bê berdan. Li dikana me dîmenên kamerayan heye. Dema em li van dîmenan dinerin, me 5 birayan xwe parastiye. Hemû hewldana me ji bo parastina rewa ye. Em vî cezayî qebûl nakin. Em û parêzerê xwe dê duşemê serî li Dadgeha istinafê bidin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Şenyaşar, bang li parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û hiqûqnasan kir û xwest li diji vê neheqiyê hestiyar tev bigerin û wiha bi dawi kir: "Li vir sucê mirovahiyê heye. Em bang li rêxistinên sivîl, parazvanên mafên mirovan û hêzên demokratîk dikin ku piştevanî û piştgiriyê bikin. Di ve bûyerê de em bûn qurban. Dive hemû kesen xwedi wîcdan û sinc hestiyar nêzîk bibin û vê dozê bişopînin. Tevî hemu astengiyan em li vir in. Me bi erdê re kaş bikin û me bikujin jî em dest ji van daxwazen xwe yên edaletêbernadin. Em li benda piştevaniya cemaweriyê û rêxistinên demokratik in."