Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin 2021-04-03 12:45:33   STENBOL -  Girtî Hatîce Arat, ragihand ku girtî Hacer Halîmyûsûf û Ardil Çeşme ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.    Girtî Hatîce Arat ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dima, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan zêde bûne. Arat, da zanîn li gel ku testên wan ên kovîd-19’ê pozîtîf derketine jî teqwiya vîtamînê nedine wan û bi derfetên xwe nexweşiyê derbas kirine.   Di berdewamê de Arat, destnîşan kir ku wê û 13 kesan kirine odeyekê derî bi ser wan de girtine û ev tişt vegot: “Me di halê me de hiştin. Bêyî hewldana rêveberiyê me bi derfetên xwe nexweşî derbas kir. Ji bo tenduristiya me tiştekî nedan me. Dema ku me lîmonê xwest ji me re gotin, ‘toza lîmonê bixwin’. Dema ku em bangî gardiyanan dikin weke ku me nexweşiyê anîne girtîgehê bi ser me de diqîrin. Lê wan nexweşî anî girtîgehê û gihandin me.”   HATIN SEWQKIRIN   Arat, ragihand ku li ge şewbê jî hevalên wan hatine sewqkirin û têkildari sewqkirinê ev agahî dan: “Berî ku şewb biqede, hevdîtinan sekinandin û bi polîtîkayên xwe têkiliye me ya bi derve re birîn. Em tên tecrîdkirin û sirgunkirin. Her tiştî bi kêfî pêk tînin. Ji hevalên me Hacer Halîmyûsûf û Ardil Çeşme ji Girtîgeha Gebzeyê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Hacer hê nû şewbê derbas kiribû. Dibe ku me çend kesên din jî sirgun bikin. Divê herkes bibe dengê me û vê rewşê belav bikin.”     Arat, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê jî got ku rexmî şewbê jî girtiyên di grevê de çalakiya xwe bidomînin û heta ku tecrîd bi dawî nebe dê dev ji vê çalakiyê bernedin.