Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket 2021-04-03 09:57:53   MÊRDÎN – Li Şaredariya Dêrikê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin ji bo girtina kar a karmendekî buroyê mulaqat hat kirin. Di mulaqata ku 8 kes tevlî bûn de tenê biraziyê Serokê Navçeyê yê AKP’ê bi ser ket.   Şaredariya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku di 16’ê mijdara 2019’an de qeyûm tayini wê hatibû kirin, di 1’ê adarê de ragihandin ku ji wan re karmendekî buroyê lazime û xwest ku kesên dixwazin bixebitin serî li wan bidin. Piştî vê ragihandinê 26 kesan ji bo xebatê serî li şaredariyê dan.    TENÊ AKP’Î SERKEFTÎ BÛYE!   Şaredariyê weke şert pêwistî bi poxanê Azmûna Hilbijartina Personelê Cemaweriyê (KPSS) nedît û ji bo girtina kar di 9’ê adarê de mulaqat kir û ji 26 kesan tenê 9 kesan vexwend mulaqatê. Di mulaqatê de di navbera 45-55 poxanî de dan 8 kesan wan “neserkeftî” nîşan dan. Di mulaqatê de tenê biraziyê Serokê Navçeyê yê AKP’ê Suleyman Karahan, Abdulhadî Karahan “serkeftî” hat nişandan û ew girtin kar.