Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne 2021-04-03 09:34:56 ENQERE - Wekîlê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê di dema binçavkirin de, hatibû derbkirin, li nexweşxaneya rakirinê anjiyo bû. Kurê Gergerlîoglû, diyar kir ku bavê wê dê îro dibin çavderiyê de bimîne.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaleliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê wekîltiya wî hatibû xistin, piştî hat binçavkirin, ji ber êşa dil û singê xwe sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Polîsan di dema binçavkirinê de, Gergerlîoglû derb kiribûn.    ANJIYO BÛ   Kurê Gergerlîoglû, Salih Gergerlioglû, li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê rewşa bavê xwe de ev parvekirin, kir: “Bavê min li nexweşxaneyê ye. Ji ber êşa dil û singê xwe diviyabû bê anjiyo kirin. Bavê min anjiyo bû. Ji ber ku tansiyona wî bilind bû, rakirin beşa lênirîna awarte. Îro wê dibin çavderiyê de bimîne. Rewşa wî başe.”