Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir 2021-04-02 16:58:01   MELETÎ- Di doza mala Şenyaşaran de dadgehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar û 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî.    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîş birîbûn ser malbata Şenyaşar. Di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşarê jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî ji malbata Yildiz miribû. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê biryara xwe a derbarê dozê de aşkere kir.    Dadgehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birî. 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî.   Di êrîşa hatibû kirin de Haci Esvet bavê Fadil Şenyaşar û birayên wî Celal û Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn.