Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje 2021-04-02 14:18:17   AMED – Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, pêşniyarpirsa ku parlamenterên HDP’ê ji bo veguherîna bajar a navçeya Rezan dabûn bersivand û diyar kir ku avahiyên ku hatine hilweşandin piraniya wan bêruxsat in û xebatên ji bo veguherandinê hê nehatin asta projekirinê.    Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, pêşniyarpirsa ku parlamenterên HDP’ê têkildarî hilweşandina ku di bin navê “veguherîna bajar” de li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê pêk tê dabûn Serokatiya Meclisê bersivand. Wezaretê, diyar kir ku li taxê avahiyên ku li ser 5.36 hektarî hatine avakirin bêruxsat in û li dijî mewzûata îmarê ne. Her wiha wezaretê, agahî da ku xebatên wan ên ji bo veguherandina qada mijara gotinê ye didomin û hê nehatine asta projekirinê.