Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe 2021-04-02 09:02:46   ŞIRNEX - Li Cirîzê xeraca mînîbusan li derveyî bajêr bi 310 hezar TL'yî hatibû çêkirin. Lê piştî ku nehat bikaranîn, qeyûm wê daye ber firotinê.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di 13'ê Nîsana 2018'an de li devereke hezar û 773 metrekareyî xeraca mînîbusan hatibû çêkirin. Piştî ku nehat bikaranîn, qeyûm ew da ber firotinç.    Qeyûm Cîgirê Waliyê Dîlokê Faîk Arican ku di 20'ê Tebaxa 2017'an de tayinî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin, di Nîsana 2018'an de li Taxa Nûrê ya navçeyê dest bi çêkirina xeraca mînîbusan kiribû. Lê belê kooperatîfa mînîbusan, ji ber ku cihê xeracê dûr bû, nexwestibû bê çêkirin. Qeyûm jî guh li van îtirazan nekiribû di salekê de xerac temam kir. Xerac bi temamî bi 310 hezar TL'yî hatibû çêkirin.    Piştî hat çêkirin mînubusvanan xeracê qet bi kar neanî. Bi vî awayî 310 hezar TL berhewa bû.    Di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP bi ser ketibû û şaredarî bi dest xistibû. Lê belê di 29'ê Cotmehê de cardin qeyûm hatibû tayinkirin. Wezareta Karên Navxweyî vê carê Qeymeqamê Cizîrê Sînan Davûtoglû tayinî Şaredariyê kiribû.    Qeyûm Davûtoglû, xeraca mînîbusan da ber firotinê. Panarta îhaleyê li xeracê hat daliqandin. Li gor îlana di malpera şaredariyê de ji bo xeraca navçeyê 3 milyon û 396 hzar û 456 TL pere tê xwestin. Ê îhale di 2'yê Nîsanê de bê çêkirin.    MA / Mahmût Rûvanas