Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in 2021-04-02 09:01:57   ANTALYA - Cotkar Huseyîn Dakak ku çîlekan datîne, diyar kir ku êdî nikarin debara xwe bikin. Dakak anî ziman ku maliyet pir zêde bûne û êdî karê xwe bi deynan dikin. Karkeran jî anî ziman ku rojê 12 saetan dişixulin û heqdesta wan 80 TL ye, lê belê têra wan nake.    Li Taxa Kadriye ya navçeya Serîk a Antalyayê, çîlekên îsal jî ne bi dilê cotkaran bûn. Xwediyên serayan diyar kirin ku îsal ji ber bah, bahoz, terez û lehiyê mesrefa xwe jî dernexitine. Debra ewil a çîlekan meha Kanûnê bû û kîloa wan bi 13 TL'yan bû. Lê belê nha bi 7 TL'yan tên firotin.    NAYLON JI 16 TL'YAN BÛ 32 TL    Huseyîn Dakak (40) ku ji zû de ji Rihayê çûye navçeya Serîk a Mêrsînê, anî ziman ku 15 sal in vî karî dike. Dakak, da zanîn ku di meha Cotmeh û Tebaxê de dest bi çandina çîlekan tê kirin. Dakak, diyar kir ku donimek erd bi 2 hezar TL'yî îcare dikin û îsal 12 donim îcare kiriye û çîlek danîne. Dakak, biîr xist ku çîlek di sereyan de çêdibin û stûnên hesin ên sereyan berê bi 60 TL'yî kirîne, îsal bi 80 TL'yî kirîne. Her wiha Dakak, anî ziman ku naylona ku pê serayê dinixumînin jî berê bi 16 TL'yan bûye, lê belê niha bi 32 TL'yî ye. Dakak, bilêv kir ku çêkirina sereyaekê bi 25-30 hezar TL'yî ye.    ‘ÊDÎ EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'    Dakak, anî ziman ku şitlên çîlekan ji Bûrdûrê tînin û heba wan bi 75 qurişî ye. Dakak got: "Berê 25 kîlo gubre bi 200 TL'yî bû, niha em bi 400 TL'yî dikirin. Her titş du qat zêde bûye. Êdî em nikarin debara xwe bikin. Em tim deyndar in. Em deynê xwe tim taloq dikin."    Dakak, diyar kir ku dewlet alîkariya cotkaran nake û got: "Li Antalyayê salê 3 caran firotone radibe. Ew firtone ez 50 hezar TL'yî xisirandim. Rayedarên ji bo tespîtkirina xesarê tên, paşê dibêjin ê dewlet tu pereyî nede yan jî dibêjin ê hindikî bide. Par firtoneyê cardin li seraya min xist. Sera ripîrast kir. 10 hezar TL'yî xisirîm, lê dewletê tenê hezar û 900 TL da min. Em her sal dibêjin xwezî bi par."    BI 50 TL'YÎ DIXEBITE    Methiye Înan a 35 salî jî ku li serayê dixebite, diyar kir ku karê wan zehmet e. Înan, diyar kir ku şeveqê zû şiyar dibe û piştî heywanên xwe didoşe tê serayê û saet di heftan de dest bi berhevkirina çîlekan dike. Înan, destnîşan kir ku heya nîvro çîlekan berhev dikin û heqdesta wan 50 TL ye. Fatma Dakak a 50 salî jî, diyar kir ku ji heftê sibehê heya 7 êvarî bi 80 TL'yî dixebite, lê belê têra wan nake. Dakak got: "Kar her roj tune ye. Car heye em rojekê dixebitin, hefteyekê li mal in. 2 sal in vî karî dikim. Berê li Rihayê, li warê xwe bûm. Lê ji ber betaliyê û rewşa aborî em hatin vira. Em ji bo nanê xwe hatin."    Hatîp Dûygû yê 34 salî jî li qada taxê di mezada çîlekan de dixebite, diyar kir ku çîlekên cotkaran dikire û wan dişîne Stenbol, Enqere û bajarên din. Dûygû, anî ziman ku li gor halê bi 20 qurişî kêmtir çîlekan ji cotkaran distîne û got: "Niha li halê kîlo bi 7 TL'yan e. Lê gava bê firotin komîsyon jî ji sedî 15 ye. Yanî ji hezarî 150 TL komisyon e. Lê li gor halê, 20 qurişê me kêmtir e. Bi vî awayî hilberîner ji komîsyoneke zêde û ji heqê benzînê xelas dibe."   MA / Omer Akin