79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn 2021-04-01 15:39:24 ÎZMÎR - Li mamosteyê emekdar Adîl Şenturk ê li Îzmîrê, li dibistanên lê dixebitî 6 zarokên keç îstîsmarkiribûn, 79 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.  Doza mamosteyê emekdar Adîl Şenturk ê îstîsmarî 6 zarokên keç keç kiribû û ji aliyê Dadgeha Bilind ve ji ber “kêmasiyên rê û rêbazê” hatibû betal kiribû, li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ji nû ve hat dîtin. Bersûcê îstîsmara zayendî yê zarokên temenê wan di navbara 6 û 11 salî de Şenturk, ji girtîgehê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Ligel parêzerên bersûc û malbatên mexdûran, Seroka Komeleya Têkoşîna bi Îstîsmara Zarokan Mamoste Saadet (UCÎM) Saadet Ozkan beşdarî danişînê bûn.    79 SAL Û 6 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ   Parêzerên mexdûran, xwest ku di asta herî jor de bersûc bê cezakirin. Dûre bersûc Şenturk, di parastina kir de got ew bêsûce û daxwaza beraeta xwe kir.   Şendeya dadgehê piştre biryara xwe aşkere kir. Dadgehê, bi sûcdariya “îstîsmara li dijî zarokan” bi giştî 79 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Şenturk birî.     ‘EM Ê DENG DERXÎNIN’   Seroka UCÎM’ê Saadet Ozkan piştî danişînê li ber edliyê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Em ê li tevahiya welat têkoşîna xwe dewam bikin. Em mizgîniyê didin zarokan. Ew zilam hat girtin. Ew îstîsmarkar derneket derve û edalet bi cih hat. Emê her tim ji bo we deng derxînin. Zarîno hûn bi axivin.”