Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir 2021-04-01 15:31:54   RIHA - Ferît Şenyaşar ê ji ber lêdana polîsan rakiribûn nexweşxaneyê derket. Şenyaşar çû edliyê û giliyê polîsên lê dane kir.    Malbata Şenyaşar bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe berdewam dike. Polîsan mudaxileyî malbatê kiribû û li Ferît Şenyaşar dabûn û ew ji serê hişê xwe çûbû. Şenyaşar ê li nexweşxaneyê dermankirina wî temam bû derket û bi parêzerên xwe re çû Edliya Rihayê û derbarê polîsên lêdan de serî li Serdozgeriyê da û gilî giliyê wan kir.    Ferît Şenyaşar anî ziman ku ew ji ber lêdana polîsan ji ser hişê xwe çûye û daxwaza edaletê lêdanê heq nake. Parêzerên malbatê jî xwestin gilîkirina wan bila veguhere dozê û dîmenên kêliya mudaxileyê werin parastin.    Piştî serlêdanê Ferîş Şenyaşar û dayika xwe Emîne Şenyaşar li ber avahiya edliyê nobeta xwe ya bi daxwaza “edaletê” berdewam kirin.