Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan 2021-04-01 14:48:12 WAN - Platforma Demokrasî ya Wanê, ji bo 4 rojnamgerên piştî avêtina du welatiyan a ji helîkopterê hatibûn girtin, banga berbest berdanê kir.  Yekemîn danişîna nûçegihanên Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîr Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala yên ku piştî agahiya 2 welatiyên di 9’ê Cotmeha 2020’an de li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin kirin nûçe hatin girtin û nûçegihana MA’yê ya ne girtî tê darizandina Zeynep Dûrgût dê sibe bê dîtin. Platforma Demokrasî ya Wanê, berî danişînî derbarê rewşa girtina rojnamegeran de daxuyanî da çapemeniyê.    ROJNAMEGER HATIN HEDEF GIRTIN   Daxuyannî li avahiya Baroya Wanê hat lidarxistin. Nûnerên gelek sazî, komele, STO û malbatên rojnamegeran beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li navçeya Şaxê, piştî ku Osman Şîban û Servet Tûrgût li aliyê eskeran ve hatin binçavkirin, rastî îşkece û lînçeke mezin hatin. Rojnamegeran jî, di çarçoveya qeydên nexweşxaneyê de, îşkenceya li Şîban û Tûrgût hatibû kirin, kirin nûçe û xistin rojeva Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê rojnameger hatin hedef girtin.”    WÊ ROJNAMEGERTÎ BÊ DARIZANDIN   Ûçar, diyar kir ku yek ji rêbazên bingehîn ê rojnamegertiyê, bi awayekê rast gel agahdarkirine û wiha bilêv kir: “Rojnameger neçarin ku rastiyê danin holê. Piştî girtina demek dirêj, wê rojnameger sibe derkevin pêşberî dadgehê. Di rastiyê de, ya ku sibe bê darizandin, mafê gel agahî girtinê û rojnamegertiye. Li Tirkiyeyê zextên li dijî rojnamegeran ne nû ye. Ji paşerojê heya roja îro ev zext zêde bûn.”   ROJNAMEGERTÎ NE SÛCE   Ûçar, bi bîr xist ku rojnamegertî ne sûçe û ev bang kir.Divê pêkanînên keyfi yên li dijî pêwîstiyên civakê ji holê bên rakirin. Sibe wê yekemîn danişîna kedkarên çapemeniyê rojnameger Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala bê dîtin. Em bang dikin ku Bîlen, Ûgûr, Abî û Sala bên berdan. Rojnamegerî ne sûce! Divê kedkarên çapemeniyê tavilê bên berdan.”