Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir 2021-04-01 13:09:23   AMED - Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan a girtiye, ji bo betalkirina biryarnameya Serokkomariyê ya feskirina Peymana Stenbolê, li Şûreya Dewletê doz vekir.   Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê dimîne, ji bo betalkirina biryarnameya Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan a paşvekişandina ji Peymana Stenbolê, li Şûreya Dewletê doz vekir.    Peymana Stenbolê di 21’ê Adarê de, bi biryarnameya Serokkomarê ya di Rojnameya Fermî hat weşandina de, di warê Tirkiyeyê de hat feskirin.