Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin 2021-04-01 12:19:51   MARDÎN – Di rapora ku têkildarî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat amadekirin de hat diyarkirin ku di bin navê “parêzeran” de girtiyan dibin bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin.    Komîsyona Mafê Mirovan û Girtîgehan a Baroya Mêrdînê, rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê pêk tên amade kiribû, bi raya giştî re aşkera kir. Rapor binpêkirinên mafan ên mehên çile, sibat û adarê dihewîne nav xwe. Hat diyarkirin ku ji bo raporê parêzerên baroyê bi 6 girtiyan re hevdîtin kirine û di encama van hevdîtinan de rapor hatiye amadekirin. Rapor ji agahiyên girtiyan ên hevgirtî pêk tê.    DEVÊ GIRTIYAN KONTROL DIKIN!   Di raporê de hat diyarkirin; binpêkirinên mafan bi pêvajoya pandemiyê re zêde bûne û hemû aktîvîteyên civakî hatine bidawikirin, cendirme nava devê girtiyan kontrol dikin û ji ber vê pêkanînê gelek girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyê. Di raporê de qala qedexeyan jî hatiye kirin û hatiye destnîşankirin ku name, kovar nadin girtiyan rojnameyan jî carna didin wan û pirtûkên tirkî piştî lêkolînên 20 rojan didin wan, pirtûkên kurdî jî qet nadin wan.    ZEXTA DERBASBÛNA QAWIŞÊN SERBXIWE   Di berdewama raporê de hat diyarkirin ku di bin navê “parêzer” de girtiyan dibin bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin. Derbarê mijarê de girtiyan gotiye ku di demên dawîn de bi navê parêzeran hevalên wan dibin cem mirovên îstixbaratê, zextê li wan dikin ku derbasî qawişên serbixwe bibin û ji bo vê sozên berdana bi kontrola edlî dane wan.    'DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN’   Di raporê de bi tespîtan re ev pêşniyar hatin kirin:   “* Divê ji neqlên neheq, lêgerînên di wesfa êrişê de, cezayên hucre, ragihandin, hevdîtinê, xwe gihandina tenduristiyê û binpêkirinên mafan re çareserî bên dîtin.    * Divê şertên xerab ên ji bo paqijî, xwedîkirin, werzîj, agahî girtin, pirtûk, li cem xwe girtina amûrên şexsî û pirtûkan bên sererastkirin.    * Divê şopandina lezgîn û tedawiya girtiyên nexweş bêyî ku dereng bên xistin bên kirin.   * Divê daxwazên baş/mirovî bi cih bên.    * Divê daxwazên ji bo neqlên nêzî malbatan ên girtiyan bên qebûlkirin.   * Divê li dijî memeleyên xerab ên ne li gorî rûmeta mirov Wezareta Edaletê û dozgerên girtîgehê bikevin nav tevgerê û lêpirsînan îdarî û edlî bidin destpêkirin û bi tespîtkirinê darizandineke qanihker bê kirin.    * Divê girtîgeh ji serdanên pisporên serbxwe û heyetên sivîl re bê vekirin û bi tespîtkirina pirsgirêkan re li rêyên çareseriyê bên dîtin.