39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin 2021-03-31 21:40:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 152 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 39 hezar û 302 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 152 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 39 hezar û 302 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 31 hezar û 537 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 317 hezar û 182.