Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin 2021-03-31 16:52:40   COLEMÊRG - Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hat girtin.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Seyhan Başak, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê bi rêve bir de, di 25'ê Adarê de li Êlihê hatibû binçavkirin. Piştî ku Başak hat binçavkirin, anîn Colemêrgê. Başak a 6 rojan li Miduriyeta Polîsan a Bajêr dibin çavan de ma, îro sewqî edliyê hat kirin.   Başak piştî lêpirsîna dozger, sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Başak de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Sergirtî ya Colemêrgê.