Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin 2021-03-31 15:46:31   STENBOL - Karkerên di depoya Mîgrosê de dixebitîn, ji bo ku paşve vegerin ser karê xwe, li ber mala karsaz Tûncay Ozîlhan kom bûn. Polîsan êrîşî karkeran kirin û 16 karker binçav kirin.    Karkerên di depoya Mîgrosê de di xebitîn û bi Kod-19 ji kar hatin avêtin, ji bo ku paşve vegerin ser karê xwe, li ber mala karsaz Tuncay Ozîlhan a li Beykozê ya Stenbolê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Karkerên Avahiyê jî piştevaniya daxuyaniyê kir, lê polîsan destûr neda ku daxuyanî bê dayîn. Karkeran, diyar kir ku tenê dixwazin daxuyaniyê bidin, lê polîsan êrişî karkeran kirin û 16 karker binçav kirin.