Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê 2021-03-31 15:03:28   AMED - Li navçeya Çinarê di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de dibistanek kirin karantînayê.    Dibistana Navîn û Seretayî ya Xasê ya li gundê Xasê yê navçeya Çinarê ya Amedê, bi hinceta bergeriyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) kirin karantînayê. Lijneya Hifzisihha ya Navçeyê, di biryara xwe de ev tişt got: “Ji ber tîpa nû ya şewba vîrûsa koronayê di çarçoveya têkoşînê de bi armanca bergiriyê Dibistana Navîn û Seretayî ya Xasê ya li gundê Xasê yê navçeya Çinarê di 30’ê adara 2021’an de ji saet 12.00’an heta nirxandineke duyemîn biryar hat dayîn ku bikin karantînayê.”