Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê 2021-03-31 15:00:29   AMED – Parlamentera HDP’ê ya Semra Guzel, mala qaçax ku li navçeya Sûrê bi kevirên ku ji malên dîrokî hatibûn dizîn hatibû çêkirin bir rojeva meclisê û ev pirs kir: “Wê kîngê dest bi hilweşandina malê bê kirin?”   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, mala qaçax ku biraziyê Midurê Herêma Weqfan a Amedê Metîn Evsen Serokê Şaxa Diyanet Senê ya Amedê Omer Evsen li navçeya Sûrê ya Amedê bi kevirên ku ji malên dîrokî hatibûn dizîn çêkiribû, bir rojeva meclisê. Guzel, têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm bibersivîne pêşnûmepirs da Serokatiya Meclisê. Guzel, di pêşnûmepirsa xwe de pirs kir ku wê kîngê mala bê hilweşandin û xwest ku Wezîr Kûrûm têkildarî mijarê daxuyanî bide.