Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin 2021-03-31 13:56:43   ENQERE -Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê li partiya xwe Nobeta Edaletê dewam dike, daxuyanî da û got: “Ji ber ku em mafdarin, berxwedana me dewam dike. Ji ber vê em xurtin. Em dizanîn ku em ê qezenc bikin.”    Parlamenterê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku wekîltiya wî hat xistin, li avahiya Navenda Giştî ya partiya xwe ku Nobeta Edaletê dewam dike, civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê, Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Necela Kûrûl û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn beşdarî civînê bûn. Gergerlîoglû, di civînê de axivî û wiha got: “Nobeta me ya Edaletê di roaj 15’emîn de dewam dike.”    Gergerlîoglû, têkildarî rewşa xwe agahî da û wiha bilêv kir: “Weke ku tê zanîn di Meclîsê de bi awayekê bêhiqûq wekîltiya me hat xistin. Dûre me dest bi nobeta edaletê kir. Me berxwedanek sivîl pêş xist. Me berxwedanek sivîl a serkeftî pêk anî. Me peyamên girîng dan hêzên raya giştî yên Tirkiye û cîhanê. Me bi Tirkî û Kurdî, peyamên xwe dan raya giştî ya cîhanê. Ev peyamek pir cîdîbû û rastî eleqeyek mezin hat. Ji ber ku pêwîstî bi vê çalakiyê hebû. Li dijî bêhiqûqiya xespa heramtiyê ya vîna gel, min û partiya min dest vê berxwedanê kir. Ev berxwedanek sîvîl û pasif bû, lê pir bi bandor bû. Pir xurt bû. Tevahiya raya giştî ev yek dît. Me berxwedana xwe dewam kir, ji ber ku em mafdar bûn. Ji ber vê yekê em pir xurtin. Em baş dizanîn ku emê qezenc bikin. Dibe ku derbarê me de biryarên bêmaf bên dayîn, lê em ê bi berxwedana xwe ya mafdar, mafdariya xwe nîşanî her kesî bikin.”   ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD    Gergerlîoglû, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştevanên me wijdana hevpar a gelên Tirkiyeyê ye. Bi her darbeyên kirin, wijdana gel birîn kirin. Gelek hevalên me girtîne. Wekîltiya hevalên me Mûsa Farisoglullari û Leylan Guven betal kirin. Van nekarî pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ji ber vê yekê bi destê dewletê binpêkirinên mafên mezin ên mirovan derxistin holê. Niha ez dixwazim ji gelên Tirkiyeyê re bêjim; Pirsgirêka Kurd heye. Gelê Kurd ev pirsgirêk dernexist holê. Ferzkirinên dewletê ev derxist holê. Ez bang li hemû civaka Tirkiyeyê dikim; Ez weke nijad ne Kurdim, lê ji ber ku min parastina çareseriya pirsgirêka Kurd kir, ez ji karê xwe hatim kirin.  Çareserî wiha nabe. Ev pirsgirêkê ne tenê pirsgirêk gelê Kurde. Divê em hemû vê pirsgirêkê bi hev re çareser bikin. Zarokên me hemûyan dimirin. Divê em vê mijarê bi hev re bigirin dest. Hûn dikarin min bixin girtîgehê, dibe ku hûn gelek hevalên me rehîn bigirin, lê hûnê nekarin bi vî wayî vê pirsgirêkê çareser bikin.   Gotinên min ên herî dawî yên ji bo civakê: Werin em bi hevre mafê mirovan biparêzin. Ev pir binirxe. Vê şansê winda nekin. Em bi hemû hevalên xwe yên wekîl re vê dibêjin. Ev partî ji bo vê yekê ked mezin dide. Dema ku me ev pêk anî, emê wê demekê bi ser bixin. Ger em bi ser nexin jî, wê li vî welatî rojên pir xemgîn dewam bikin.”