Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin 2021-03-31 11:27:02   ŞIRNEX – Hat diyarkirin ku rojnameger û akdemîsyen Hazim Olmez ê ji ber cezayê lê hatibû birîn dema ku xwestibû derbasî Sirbistanê bibe li Makedonyayê hatibû binçavkirin wê radsestî Tirkiyeyê bê kirin.    Di sala 2011’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polisan bi gaza îsotê mudaxaleyî daxuyaniyeke çapameniyê kiribûn û Hazim OImez weke rojnameger vê daxuyaniyê şopandibû bertek nîşanî mudaxaleya polisan dabû. Ji ber vê bertekê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 5 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Olmez hatibû birîn û ji ber ku di heman demê de li Zanîngeha Alparslan a Mûşê Peywirdarê Lêkolînê bû ji bo zanîngehê hatibû dûrxistin.    Ji ber ku cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin Olmez derbasî Yewnanistanê bûbû û dema ku xwestibû ji vir jî derbasî Sirbistanê bibe li Makedonyayê hatibû binçavkirin. Hat diyarkirin ku wê Olmez ji aliyê Makedonyayê ve radestî Tirkiyeyê bê kirin. Têkildarî mijarê birayê Olmez Mûrat Olmez agahî dan û diyar kir ku piştî demeke dirêjî kekê wî xwe gihandiye wan û ji wan re ragihandiye ku wê Makedonya wî radestî Tirkiyeyê bibe.