Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê! 2021-03-31 11:06:40 AMED - Amediyan, bertek nîşanî banga Serokkomar Erdogan a “Dowîz û zêrên xwe yên di malê de hûr bikin” dan û gotin: “Em nikarin nan bibin malê xwe, ew behsa hûrkirina dawîzan dikin. Bila biçe bangî Holdînga Cengîz bike.”    Li Tirkiyeyê, rêjeya dowîzê di salên dawî de pir bilind bû. Ligel, hemû mudaxileyên desthilatdariyê jî, pêşiya vê bilindbûnê nayê girtin. Bi bilindbûna rêjeya dowîzê re, hêza kirîn û firotinê jî, kêm bû. Ev kêmbûna kirîn û firotinê her roja diçe dihele. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan li hemberî vê tabloya ku bûye sedam krîzeke mezin, banga “Dowîz û zêrên xwe yên di malê de hûr bikin” li welatiyan kir. Amediyan bi awayekê tund bersiv dan vê banga Erdogan.    ‘PEREYÊ HEBÛ JÎ DI PANDEMIYÊ DE XERC KIRIN’   Erkan Yilmaz (32) ê li navçeya Yenîşehîrê dijî, bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û wiha hirsa xwe anî ziman: “Aboriya Tirkiyeyê ser û bin bûye. Derfetên karkirinê nameye. Ji ber vê me dowîzên xwe di pêvajoya pandemiyê de hûrkirin. Ew jî me li mala xwe û lêçûnên xwe xerc kir.” Yildiz, ji bo banga Erdogan a “Dowîzên xwe hûr bikin” jî wiha got: “Ji kerema xwe re bila ewil li aboriya welat mêze bike, aboriya wê sererast bike, dûre bangî gel bike. Bi tu kesî re zêr nemane. Êdî şerme her roj banga hûrkirina dowîzan li gel dike.”    ‘BI 3 HEZARAN DANEHEV NABE’   Bunyamîn Kartin jî, da zanîn ku kesekê ku bi muceya asgarî dixebite, ne pêkane dowîzan bikire û wiha bertek nîşan da: “Ez 15 salan xebitîm. Lê min nekarî danehevekê bikim. Bi 3 hezar lîreyan kes nikare danehevê bike. Em encex dikarin debara xwe ya rojane bikin. Hêza kirînê jî her  ku diçe kêm dibe. Amûrên ku me par dikirin, em îro bi tu qatî dikirin.”   ‘HIN CARAN EM NIKARIN NAN BIBIN MALÊ’   Haci Bîçer (60) ê li ber Mala Mêvanxaneyê ya li semta Ofîsê tizbiyan difiroşe jî, anî ziman ku hin caran qet firotinê nake û wiha behsa rewşa xwe kir: “Gelek caran ez nikarim nan bibim malê. Banga hûrkirina zêr û dowîzan tê wateya ku di xizîneya dewletê de tu tişt ne hiştine. Ev rewş dide nîşandan kû butçeya dewletê ketiye bin sifrê. Dibe ku alîgirên Erdogan bersivek erênî bidin vê banga wî, lê trîlyonên min jî hebin ezê dîsa hûr nekin, ji ber ku çi feydeya wê ji min re tuneye. Ez meaşekê berasteng digirim, ew jî têra cixareyekê nake. Gelo we ev bang di dîroka Komara Tirkiyeyê de, qet dîtiye, yan jî bihîstiye? Lê tenê di demên şer de ev bang hatine kirin.”   ‘BILA BANGÎ HOLGÎNGA CENGÎZ BIKE’   Saît Koyûncû (45) jî, banga Erdogan renxe kir û wiha got: “Ez bawer nakim ku zêr jî di piyasê de hebin. Dibe ku zêrên li gel zêrkeran jî sexte bin. Heya roja îro tu carî zêrên min çênebûn. Erdogan li şûna ku bangî gel bike, bila bangî Holdînga Cengîz bike. Erdogan îhale dabin kî bila bangî wan bike.”   ‘MIN KRÎZEK WIHA NEDÎTIYE’   Osman Mehmetoglû yê 49 salû jî, bi bîr xist ku krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê berî bandoriyê jî hebû û wiha rewşa heyî nirxand: “Wezîrê aboriyê û Serokkomar, her çiqasî bêjin ‘krîz tuneye’ jî, em hemû vê krîzê dijîn. Gel dikeve rêza nan. Mirov nikarin nan bigirin. Gelo ev qal kîjan, zêrên bin balgehan dikin? Tu daneheveke min tuneye. Qezenca min têra dawiya mehê nake. Vê krîzê mirov helandine.”    ‘EM NIKARN NAN BIKIRIN EMÊ ÇAWAN DOWÎZ BIKIRIN’   Alî Narîn ê bi çandiniyê re eleqeder dibe jî, bi van gotinan bertek nîşan da: “Her tişt biha bûye. Êdî em nizanîn emê çi bikirin. Hin caran ez dibêjim ezê ji vî welatî biçim. Mirov nikarin nan bibin malên, wê çawan dowîzan bikirin? Ka bila welatî ewil nan bibin malê xwe, dure bila daxwaza dowîzan ji wan bikin. Ji bilî siyasetê tu tişteke din nikarin bikin.”