Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin 2021-03-31 10:58:53   WAN - Parêzerên 4 rojnamegerên ku di 2’yê nîsanê de wê derkevin pêşberî dadgehê diyar kirin ku di îdianameyê de tiştekî ku bibe sûc nîne û anîn ziman ku muwekîlên wan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên darizandin.   Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên piştî ku îşkence û avêtina du welatiyan a ji helikopterê kirin nûçe, di 9’ê Cotmeha 2020’an de li Wanê hatibûn girtin. Wê danişîna ewil a her çar rojnamevanan ku girtî ne û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a negirtî tê darizandin di 2’yê nîsanê de were lidarxistin. Her çar rojnameger ji ber nûçeyên derbarê îşkenceya li Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban ên li navçeya Şaxê ya Wanê hatibûn binçavkirin çêkiribûn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” tên sûcdarkirin. Parêzerên rojnamegeran beriya danişîna li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê lidarxistin banga xwedî derketina li rojnamevanan kirin.    YETER: DI DOSYAYÊ DE SÛC NÎNE   Ji parêzerên rojnamegeran Ekîn Yeter a endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) diyar kir ku derbarê muwekîlên wan de tu delîlên şênber nînin û wiha axivî: “Em îdianameyê weke ‘astengkirina xebatên çapemeniya azad û di çarçoveya avakirina medya alîgir de qûtifandina rojnamegeran’ dinirxînin. Di dosyayê de tiştekî ku weke sûc danîne pêşiya me nîne.” Yeter da zanîn ku nîşe, roportajên di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de hatine girtin, çêkirina nûçeyên binpêkirina mafan, kirine sûc û wiha got: “Gelo çêkirina nûçeyên binpêkirinên mafan sûc e? Gelo daxwaz û binpêkirinên mafan ên girtiyên bedena xwe ji bo tecrîd bê rakirin dane ber birçîbûnê, bikin rojev sûc e? Em şahidên xebatên çapemeniya azad ên muwekîlên xwe ne. Ev hevalên me rojnameger in. Ji xeynî rojnamegeriyê tu xebat bi rê ve nebirine. Nûçe bi neqandinê hatine hilbijartin, nûçeyên di qadên ekoloji, jin û jiyanê de hatine paşguhkirin. Hemû rêxistinên civakî yên sivîl şopdar û çavdêrên rojnamegeran in. Darizandina rojnamevanan li dijî peymanên navnetewî ne. Divê demildest ji vê xeletiyê were vegerandin û rojnameger bên berdan.”   TÎMÛR: HIQÛQÎ NÎNE BELGEYA SIYASÎ YE   Parêzer Mûrat Tîmûr jî destnîşan kir ku îdianame “belgeyeke hiqûqî” nîne “belgeyeke siyasî ye” û wiha got: “Heke kesekî bi sûcekî re têkildar bikin divê sedemê vê jî bê nîşandan. Çi sûc e, sedemê sûc çi ye? Lê dozgerê ku îdeaname amadekiriye pêwîstî bi tiştekî wisa nedîtiye. Esas sedemê darizandinên polîtîk jî bi vî şiklî ye.”   DAXWAZÊN DOZGER    Tîmûr da zanîn ku agahiyeke ku rojnamegeran sûc kiriye di îdianameyê de tune ye û wiha got: “Îdianame çi dibêje; ev rojnameger li dijî saziyên dewletê nûçeyan çêdikin. Niha peywîreke Dozgerê Komarê ya parastina bekaya dewletê nîne. Karê dozger eve; Kesekî sûc kiribe li gel delîlan îdeanameyê dane holê. Dozger nikare bêje ‘divê rojnameger wisa tevbigere’. Lê dozger di îdenameyê de daxwaz û hêviyên xwe danîne holê. Dibêje ‘daxwaza min  ji rojnamegeran eve; divê bi hestên parastina dewletê nûçeyan çêbike, ya duyemîn jî divê nûçeyên spor û magazînê bên çêkirin, nekevin nav karên polîtîk.” Tîmûr pirsa “Ma dibe ku hiqûqnasek, dozgerek nirxandineke wiha polîtîk bike?” kir û wiha berdewam kir: “Kesekî hiqûqnas bi van hêvî û daxwaziyan nikare îdeanameyê amade bike. Amade bike jî weke îdeaname nayê qebûl kirin. Ji vê yekê re belgeya polîtîk tê gotin. Di pişt plana dozê de avêtina ji helîkopterê ya her du gundiyan û îşkence kirina wan heye. Pirsên di dema îfadeyê de ji muwekîlê me Adnan Bîlen hatin pirsîn delîlê vê yekê ye. Rojnameger 6 meh in bi hincetên bêhiqûqî, neheq û polîtîk girtî ne.”   ‘HEKE NE JI WAN BÛYA ME YÊ NIZANIBÛYA'    Tîmûr destnîşan kir ku divê rojnameger di danişîna ewil de bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku rojnameger negirtî bên darizandin divê hemû dezgehên çapemeniyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk û her kes vê dosyayê bişopîne. Heke ev rojnameger nebûna wê kesî ji me nizanibûya ku ew welatî ji helîkopterê hatine avêtin. Ji ber wê yekê dosyayeke girîng e. Divê hemû raya giştî ji nêz ve bişopîne.”   OFLAS: DELÎLÊN ŞÊNBER NÎN IN   Parêzer Bariş Oflas jî diyar kir ku girtina rojnamegeran êrîşa çapemeniya azad û pêkanîna polîtîkayên qûtifandinê ne û wiha axivî: “Di îdianameyê de delîlekî şênber tune ye. Îdaname nîşan dide ku rojnameger ji ber xebatên xwe û şopandina nûçeyan tên darizandin. Hevdîtinên rojnamegeran ên di navbera wan de û ragihandina nûçeyan jî kirine sûc. Bi pêşbiryariyeke wisa îdianame hatiye amadekirin.”   BANGA XWEDÎ DERKETINA DOZÊ   Oflas da zanîn ku azadiya îfade û raman, rêgeza ewlehiya hiqûqî hatiye binpêkirin û wiha got: “Encama ji vê dozê derkeve wê nêzîkatiya darazê ya azadiya çapemeniyê nîşan bide.” Oflas herî dawî banga xwedî derketina doza rojnamegeran li raya giştî kir.    MA / Mujdat Can - Dîndar Karataş