Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin 2021-03-31 10:38:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Çîçek Kobanê ragihand ku mafê wan ê axaftina bi telefonê ya bi keça wan ku li Girtîgeha Rihayê tê ragirtin re hatiye astengkirin.    Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) di destwerdana li dijî Girê Spî û Serêkaniyê ya ji aliyê Tirkiyê ve pêk hatibû de ji aliyê grûpên paramîlîter ên bi navê Artêşa Millî ya Sûriyê (SMO) ve hatibû desteserkirin û anîbûn Rihayê. Çîçek Kobanê li Rihayê ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin û beriya niha bi demekê dadgehê cezayê heta hetayê lê birîbû. Çîçek Kobanê a li Girtîgeha Rihayê Tîpa T’yê de tê ragirtin cezayê dîsîplînê lê hat birîn.    Dayika Çîçek Kobanê, Wahîde Osman ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re ragihand ku bi hêceta cezayê dîsîplînê mafê hevdîtina bi telefonê hatiye astengkirin û derbarê cezayê dîsîplînê de agahî bi dest nexistiye. Wehîde bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê kir ku li dijî van sepanên kêfî derkevin û ev sepan tavilê werin bidawîkirin.