Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne 2021-03-31 09:02:08 ŞIRNEX - Li gundê Înceler ê Qilebanê, derz li dîwarên "bendava ewlehiyê" ketine.  Bendavên "ewlehiyê" yên ku Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li herêma Bajaroka Hîlal û Sîyahkayayê û li gundê Înceler, Robozik, Kiror, Nêrweh û Şiwêtê çêkirine, piştî zirareke mezin dan ekolojiyê niha jî gefê li jiyana mirovan dixwin. Bendava ku di sala 2009'an de li ser Robarê Robizikê yê ji gundê Înceler û Bêjûhê heya Bajaroka Hîlalê diçe hat çêkirin, par temam bû.    Gundê Înceler û Bagliyê di salên 1990'an de hatibûn şewitandin û piştî ku ev bendav hat çêkirin di bin avê de mabûn. Bi vê bendavê re gelek nebat û heywan jî hatibûn kuştin. Bendava navbirî niha jî gefê li jiyana mirovan dixwe. Derz li dîwarên wê ketine û av di van derzan re davêje.    AV DIPIJIQE    Di dîmenên hatine bidestxistin de jî tê dîtin ku av ji qeraxên bendavê û binî wê tê. Ji ber vê avê hîmê bendavê bi qasî 7 metreyan di bin avê de maye û ava kom bûye jî bi motoran tê kişandin. Ev yek gefê li jiyana 4 hezar mirovên li derdorê dijîn dixwe.    SING NE TÊKÛZ IN   Pispor, diyar dikin ku ji bo pêşî li ber vê ava ji dîwaran tê bê girtin, divê "Singên Fore yên Berwarî" yên betonî bên bikaranîn. Tê gotin ku sedema ava ji bendavê dipijiqe sing in, ji lew re singên hatine bikaranîn nebaş in.    BETONA ASAYΠ   Her wiha derbarê Fîrmaya Pûsûla de ku navenda wê li Enqereyê û bendava navbirî çêkiriye, îdiayeke sosret tê bilêvkirin. Li gor agahiyên bi dest ketine, piştî înşeata bendavê qediyaye rayedarên DSÎ'yê li bendavê hin lêkolîn kirine. Di lêkolînê de kifş bûye ku ji dêvla "betona av tê re nare", betoneke erzan "betona asayî" hatiye bikaranîn. Ji ber vê "Heyeta Pejirandinê" ya DSÎ'yê nehiştiye bendav bê şixulandin û fîrmayê jî hewl daye derzên çêbûne biseyîne.    MA / Mahmût Rûvanas