Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan 2021-03-31 09:02:06 ENQERE – Sendîkaya Tum Emekliler, ê di 1'ê Nîsanê de ji bo zemkirina meaş dakeve qadan.  Sendîkaya Tum Emeklîler, diyar kir ku êdî kesên teqawidbûyî nikarin di şert û mercên krîza aborî de debara xwe bikin. Ji ber vê dê 115 şaxên sendîkayê di 1'ê Nîsanê de ji bo zemkirina meaş dakeve qadan. Serokê Giştî yê Sendîkaya Tum Emeklîlerê Salman Hurkardeş, anî ziman ku li devere ji demokrasî, azadî û mafên mirovan bêpar de pirsgirêkên kesên teqawidbûyî jî zêde bûne. Hurkardeş got: "Ji 13 milyon kesên teqawidbûyî niha 8 milyon jê bi meaşekî di biniya meaşê kêm re dijîn. Hîn jî meaşê hin kesên teqawidbûyî hezar û 500 lîre ye."    Hurkardeş, anî ziman ku têkoşîna kedê û têkoşîna demokrasiyê girêdayî hev in û got: "Em doza derbarê girtina HDP'ê de û pêkanînên derî demokrasiyê yên li dijî Gergerlîoglû qebûl nakin. Têkoşîna demokrasî û kedê girêdayî hev in. Ji bo her duyan jî têkoşîn divê. Bêyî demokrasiyê kes nikare heqê keda xwe bi dest bixe. Gava serokê Bankeya Navendî ji peywirê girtin, di şevekê de dolar bû 8 lîre. Devulasyon çêbû. Kesên teqawidbûyî nikarin di van şert û mercan de bijîn. Lewma ji bo rêxistinbûyînê em bang li milyonan dikin. Ji xeynî rêxistinbûyînê û têkoşînê tu şensekî me tune ye, tu rêyek me tune ye. Partiyên siyasî, rêxistinên kedê û kesên teqawidbûyî divê bi hev re bitêkoşin. Divê em bi hev re hêviyê xurt bikin."    BANGAWAZÎ   Hurkardeş, destnîşan kir ku berê qanûneke teqawidbûyînê hebû û got: "Berê tazmînata kidemê li dor ji sedî 75'an bû, niha bûe ji sedî 35. Tu teqawid bibî jî tazmînata tu bigirî, tazmînateke pir komîk e."    Hurkadeş, anî ziman ku li benda her kesî ne ku tevli daxuyaniya wan bibin û got: "Ji bo mafên xwe em bang li hemû kesên teqawidbûyî dikin. Ji xeynî têkoşînê û rêxistinbûyînê tu rêyek me tune ye."