Li heman gundî 5'emîn kana keviran! 2021-03-31 09:02:00 MÊRDÎN - Li gundê Teffê yê Stewrê ku 5 kanên keviran hatine çêkirin, darên 150 salî ji kokê ve hatin rakirin.  Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di 2 salên dawî de 7 kanên kevir û mermeran hatin çêkirin. Li herêmê bi giştî 13 kanên kevir û mermeran hene. Ji bo van kanan dar tên birîn. Ji van kanên kevir û mermeran berê 4 jê li gundê Teffê bûn, lê belê niha yeke din jî hatiye çêkirin. Kana nû li mêrga gund hatiye çêkirin û ji ber vê gundî nikarin heywanên xwe jî biçêrînin.    Ji ber ku kana nû nêzî gund de, gundî ji ber toza wê îdare nakin. Gundiyan nerazîbûna xwe anî ziman.    DARÊN 150 SALÎ JI KOKÊ VE HATIN RAKIRIN    Şêniyê gund Mehmet Recep Çelîk, anî ziman ku dora gundê wan bi kanên keviran hatiye dorpêçkirin û qadên wan ên jiyanê hatine dagirkirin. Çelîk, bilêv kir ku kan hem maddî hem jî manewî zirarê didin gundiyan. Çelîk, da zanîn ku ji ber kanan dîroka xwezayî ya herêmê jî tê tunekirin û di dema çêkirina kanê de darên fisteqan ên 150 salî jî kokê ve hatine rakirin. Çelîk, diyar kir ku ji ber tozê bêhna wan diçike û got: "Darên fisteqan hene, rezên me hene, genimê me heye. Wan radikin. Daristana li vir radkin. Sirf ji bo du keviran. Divê ne bi vî awayî bûna. Ev der ji kalên me ji me re maye."    ‘EM NIKARIN BÊHNÊ BISTÎNIN'    Çelîk, diyar kir ku li herêmê darberû hene û darên ji kokê ve hatine rakirin nîşan da û got: "Ê ku bi qîmeta vê nizanibe, ê bi qîmeta canê mirov jî nizanibe. Ji bo perçeyek kevir xera dikin."   Çelîk, destnîşan kir ku îtiraz kirine, lê belê dîsa jî tiştek jê derneketiye û heya niha kesî tu belge rê wan nedaye. Çelîk, da zanîn ku kana nû nêzî gund e û got: "Ji ber van kanên keviran hindik maye em ji gund bar bikin. Em nikarin bêhnê bistînin. Gava dest bi kar dikin dûmana wê bi qasî 200 metreyî bilind dibe. Ma em ê çawa baxçe û rezên xwe biparêzin? Di navbera kanê û baxçeyên me de 20 metre jî tune ye."    KOMKUJÎ   Çelîk, destnîşan kir ku kanên keviran komkujiyê dikin. Çelîk, anî ziman ku li gund bi hezaran heywan hene û ji ber ku kanên keviran li mêrgê hatine çêkirin, nikarin heywanên xwe biçêrînin.    MA / Ahmet Kanbal