ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-31 09:00:43 * Tê payîn ku polîtîkaya serokê nû yê DYA'yê Joe Biden ya derbarê Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, di meha Hezîranê de dirûv bigire. Lê belê Rûsya dixwaze rojek berî rojekê qada xwe ya liv û tevgerê berfireh bike. Li Îdlibê jî êrîş li ser êrîşan pêk tên û Tirkiye jî ji nû ve çav berdaye qadên jiyanê yê kurdan.  * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di bin tecrîda girankirî de dikeve 72 saliya xwe. Gelê kurd ji bo rojbûna Ocalan, carek din di 4’ê Nîsanê de, bi navê “Rêwîtiya Rojê” wê ber bi Amarayê ve bimeşe.   * Pêşmergeyê berê Mustafa Olmez derbarê hewldana destwerdana li ser Şengalê axivî û ev bang li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir: "Piştgiriyê bidin kurdên me yên êzidî. Şengalê bêparastin nehêlin.”   * Li gundê Teffê yê Stewrê ku 5 kanên keviran hatine çêkirin, darên 150 salî ji kokê ve tên rakirin.    * Danişîna ewil a rojnamevan Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, dê di 2'yê nîsanê de bê lidarxistin. Bîlen û Ûgûr gotin: "Divê em ne di girtîgehê de, li qadê li dû nûçeyan bin."    * Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan, diyar kir ku ava cihokan a diherike Mûnzûrê û çopên li derdorê kom bûne zirareke mezin didin xwezayê û got: "Di nêz de yê bi navê Dersimê tiştek nemîne."    * Li gundê Înceler ê Qilebanê, derz li dîwarên "bendava ewlehiyê" ketine.    * Li gundê Akpinar ê navçeya Xozat a Dersimê, Sakîne Konak û Kiymet Konak ji ber rewşa aborî di lojmana dibistanê û poleke dibistanê de dimînin. Her du malbat ji bo çêkirina xênî li benda alîkariyê ne.    * Meclîsa Jinan a HDP'ê dê di 5'ê nîsanê de bi bernameya "Xizaniya Jinê" dakeve qadan. Her wiha dê ji bo Peymana Stenbolê jî "meşên jinê" li dar bixe.   * Malbata Guner Çagraş a ji aliyê Mehmet Çagraş ve hatibû qetilkirin, bertek nîşanî betalkirina cezayê muebetê yê li bersûc hatibû birin da û xwest hemû berpirsiyarên cînayeta keça wan bên cezakirin û girtin. Malbatê, ji bo edaletê bang kir.    * Sendîkaya Tum Emekliler, ê di 1'ê nîsanê de ji bo zemkirina meaş dakeve qadan.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li ber Edliyeya Rihayê di roja 23'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ku bi îdiaya"endamtiya rêxistinê" tê darizandin wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)   * Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji wezîfeyê hat girtin, bi wesîleya salvegera 2'yemîn a Hilbijartina Xwecihî ya 31'ê Adara 2019'an wê panela "Ji bo vîna gelan edalet" were lidarxistin. (11.00)    * Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê wê têkildarî lêkolîna li ser 2 hezar û 97 dosyeyan pêk aniye û raporek amade kiriye li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî eşkere bike. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Wanê li hewşa avahiya xwe dê rêzeçalkiyek li dar bixe.  (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê wê li Parka Koşûyolû daxuyanî bide. (12.00)