Mahîr Çayan li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-03-30 16:11:39   ENQERE - Serokê THKP-C’yê Mahîr Çayan li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, di bîranînê de diyar kir ku têkoşîna kesên li Kizildereyê jiyana xwe ji dest dan divê veguhêzînin îro.   Hêzên Ked û Demokrasiyê, ji bo ku Serokê THKP-C’yê Mahîr Çayan û hevalên wî yên beriya 49 salan li gundê Kizildere yê navçeya Nîksar a Tokatê jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr bînin, li Goristana Karşiyaka hatin gel hev. Girseya ku wêneyên kesên li Kizildereyê jiyana xwe ji dest dan hilgirtin li pişt pankartên “Em ji mîrateya têkoşîna wan hêz digirin” û “Dîroka berxwedanê û piştevaniya şoreşger rûmeta me ne” meşiyan ser gora Çayan. Kesên beşdarî bîranînê bûn qûrnefîl danîn ser gorê û ji bo kesên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.    Di bîr anînê de ewilî Serokê Federasyona 78’iyên Şoreşger Ahmet Tellî axivî û wiha got: “Hevalên me yên niha di bin axê de guhdariya me dikin ji bo ku Denîzan ji devê cinawiran bigirin laşen xwe avêtin pêş cinawir. Qehremanên trajediya dîrokî ne. Qehreman piştî ku dimirin jî dijîn weke tişta îro li vir dibe, bîranîna wan vediguhere organîzmayeke zindî.”   ‘KIZILDERE TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ HÎN DIKE’   Dûre Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû axivî û wiha got: “Divê em têkoşîna wan veguhêzin îro. Heta ku em têkoşînê nekin yek em nikarin êrîşên ser xwe biqewirînin. Heta ku em hêzên ked û demokrasiyê yên Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nekin yek em nikarin vê desthilatê hilweşînin. Daxwaziyeke kesên bindest heye. Dibêjin werin ba hev û bibin yek, pêşiya xwe vekin. Soza kesên li Kizildereyê ketin jî îro tê vê wateyê. Dema me ev desthilat hilweşand, em hatin vir bîranînê, em ê bêjin soza ku we daye me, me girt û niha bi awayekî rast em hatine we bi bîr bînin.”   Girseyê piştî bîranîna Çayan û hevalên wî gora Ûlaş Bardakçi jî ziyaret kirin.