Doza aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn hat taloqkirin 2021-03-30 15:39:49   AMED - Danişîna doza aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn hat taloqkirin.    Danişîna doza aktîvîsta Tevgera Jinan Azad (TJA) Zelal Bîlgîn bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Bîlgîn beşdarî danişînê nebû û parêzer Sîdar Gumuş di danişînê de amade bû. Parêzer parastina miwekîla xwe kir û xwest dîmenên çalakiyên Bîlgîn beşdar bûye bi hûrgulî werin deşîfrekirin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzer red kir û danişînê taloqî 8’ê hezîranê kir.