Li zilamê ku zarok îstismar kiribû 11 sal ceza hat birîn 2021-03-30 14:05:02   AGIRÎ –  Li zilamê bi navê Nîzamettîn Şahîn ku li Agiriyê zarokekê îstismar kiribû 11 sal ceza hat birîn. Parêzeran ceza kêm dîtin û wê serî îstinafê bidin.    Serokê Lijneya Birêvebirinê ya Yekitiya Sewalkerên Dewar û Tovî ya Agiriyê Nîzamettîn Şahîn, di 17’ê tîrmeha 2020’an de li bajar zarokekê îstismar kiribû. Ji ber vê îstismarê doz li Şahîn hatibû vekirin û danişîna biryarê ya doza wî li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê hat dîtin. Şahîn, ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Zarokê ku hatibû îstismarkirin, malbata wî û parêzerên Komeleya Jinan û Pêşî Zarok jî tevlî danişînê amade bûn.     Di danişînê de bersûc Şahîn parastina xwe kir û sûcdariyên ku lê tên kirin red kir. Parêzerên zarokê ku hatibû îstismarkirin jî xwestin ku ji ber sûcê “istismara zarok” bersûc Şahîn bê cezakirin. Dozger jî diyar kir ku sûc “rewşa biwesf” ava dike û mîna parêzeran xwest bersûc Şahîn bê cezakirin.    WÊ PARÊZER ÎTTÎRAZ BIKIN   Piştî parastina parêzeran û daxwaza dozger dadgehê biryara xwe aşkera kir jî sûcê “destavêtinê” 5 û ji sûcê “gefa li azadiyê” jî 6 sal ceza li bersûc Şahîn birî. Her wiha dadgehê biryara berdewama girtina bersûc Şahîn jî da. Endamekî dadgehê şerh danî ser biryara hat aşkerakirin û got ku sûcê “îstismarkirina zarok” jî çêbûye.   Parêzerên zarok jî ji bo ku bersûc Şahîn bi sûcdariya “îstismarkirina zarok” jî bê cezakirin wê serî li îstinafê bidin û biryara hatiye dayîn îttîraz bikin.