Rêxistinên rojnamegeran bang kirin: Em nîşan bidin ku ne bi tenê ne 2021-03-30 10:33:12   WAN - Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran ji bo danişîna ewil a doza ku li Wanê derbarê 4 jê girtî 5 rojnamevanan de hatiye vekirin banga piştevaniyê kirin û wiha gotin: “Em hempîşeyên xwe biparêzin. Tişta ku lê xwedî bê derketin di kesayeta 4 hevalên me de rojnamegerî bi xwe ye.”   Di 11’ê îlona 2020'an de li navçeya Şaxê ya Wanê eskerên ku derketibûn operasyonê, welatî Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û îşkence li wan kiribûn û piştre jî wan ji helîkopterê avêtibûn. Ji welatiyan Servet Tûrgût piştî demekê ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin û ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da bû. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala yên piştî  ku îşkence û avêtina ji helikopterê kirin nûçe, di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibûn girtin. Wê danişîna ewil a her çar nûçegihanên ku girtî ne û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a negirtî tê darizandin di 2’yê nîsanê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê were dîtin. Her pênc rojnameger bi îdeaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin. Rojnameger Nazan Sala bi îdeaya “propagandaya rêxistinê kirinê” jî tê sûcdarkirin.   Îdeanameya ji 14 rûpelan pêk tê ku derbarê rojnamegeran de hatiye amadekirin, Miduriyeta Şaxa Îstîxbaratê îdea dike ku rojname û ajansên rojnameger lê dixebitin “Li dijî dewletê weşanên naveroka wan provakatîf” dikin. Têkildarî rojname û ajansan di îdeanameyê de îdeaya “(…) li dijî dewlet û saziyên wê nûçe hatine çêkirin, di çarçoveya perspektîfa komîteya çapemeniyê de bi awayekî asayî spor, magazînî û bûyerên xwezayê hwd. nakin nûçe” cih digire û dîmen û wêneyên di serdegirtinên malan de dest danîne ser sûc tên hesibandin.   XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ   Di îdeanameyê de hevdîtinên ku rojnameger Adnan Bîlen bi çavkaniyên xwe re kirine, hin parvekirinên Nazan Sala yên di salên 2015-2016’an de li ser hesabê xwe yê medya civakî yên weke cenazeyên li sînor tên rawestandin, pevçûnên li Bakûrrojhilatê Sûriyê yên bi DAIŞ’ê re qewimîne û rexnekirina AKP’ê ji “endamtî û propagandaya rêxistinê” re hincet tê nîşandan. Dîsa nîşeyên rojnameger Şehrîban Abî yên derbarê operasyona “Tevgera pençebaz” a TSK’ê, Kovara Jîneolojiyê û qertê çapemeniyê yê ajansa ku lê dixebite jî sûc hatine hesibandin. Derbarê rojnameger Cemîl Ûgûr de jî hin pirtûkên kurdî yên di serdegirtina malê de dest danîne ser, hevdîtina bi birayê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune ne, Mahîr Aktaş re jî kirine hinceta sûcdariyê. Nûnerên rêxistinên çapemeniyê, ji bo danişîna dozê ya rayagiştî jî ji nêz ve dişopîne banga piştevaniyê kirin.   MKGP: EM DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNADIN   Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney, diyar kir ku kesên bi rêgezên rojnamegeriyê tevdigerin bi binçavkirin û girtinan dixwazin bi qûtifînin û wiha got: “Bi van polîtîkayên ku bi salan e dimeşînin tu encam negirtin. Em ji bedel dayînê natirsin û dest ji rastiyan bernadin. Weke li her derê di vê dozê de jî di kesayeta du hevalên me yên jin, rojnamegeriya jin a kurd tê darizandin. Destkeftî û têkoşîna jinan a di qada çapemeniyê de tê dayîn hedef tê girtin. Em îro çawa ji bo destkeftiya xwe Peymana Stenbolê li qadan e, em ê dest ji destkeftiyên xwe yên di qada çapemeniyê de jî bernedin. Em bang dikin ku di serî de jin, hemû beşên demokratîk li rex me bisekinin û têkoşîna hevpar mezin bikin.”   DFG: ROJNAMEGERÎ TÊ DARIZANDIN   Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan jî destnîşan kir ku girtina rojnamegeran a ji ber nûçeyekê “rûreşiya rojnamegeriyê ye” û wiha got: “Rojnamegerî û nûçe çêkirin ne sûc e. Dema mirov li îdeanameyê dinêre careke din derdikeve holê ku rojnamegerî tê darizandin û weke sûc tê hesibandin. Rojnamegerî mafê gel yê nûçe bidestxistinê pêkanîne. Hevalên me jî ev yek pêk aniye. Bila di 2’yê Nîsanê de rêxistinên rojnamegeran û rojnameger hevalên me tenê nehêlin. Bila herkes piştevaniyê bike ku careke din rojnameger ji ber xebaten xwe neyên darizandin.”   TGS: EM HEMPÎŞEYÊN XWE BIPARÊZIN   Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, anî ziman ku di îdeanameya derbarê rojnamegeran de ji bilî nûçegihaniyê tiştekî din nîne û wiha axivî: “Di îdeanameyê de weke henekên xwe bikin dibêjin ‘di hemû nûçeyên çêdikin de bûyerên civakî hene, qet nûçeyên magazînî çênakin’. Bi îdeanameyeke hundirê wê vala hevalên me 6 meh in girtî ne. Hêvî dikim di vê danişînê de azad bibin ku hiqûq û demokrasiya Tirkiyeyê ji vê reziliyê xelas bibe.” Dûrmûş, da zanîn ku wê di 2’yê nîsanê de ji bo danişînê li bajêr bin û banga piştevaniyê li hemû rêxistinên pîşeyî kir.    DÎSK: ROJNAMEGER BERJEWENDIYÊN GEL DIPARÊZE   Endamê Lijneya Birêvebirin ê Basin Îş’a Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Alî Ergîn Demîrhan jî diyar kir ku tiştên bi serê Servet Tûrgût û Osman Şiban hat bi saya rojnamegeran hîn bûn û wiha got: “Esas sûcê rojnamegeran jî eve. Heqîqeta ku xwestin veşartî bimîne ji me re ragihandin. Ji ber wê yekê jî tişta ku weke sûc tê nîşandan rojnamegerî ye. Em jî dibêjin “rojnamegerî ne sûc e” û dixwazin hevalên me demildest bên berdan. Rojnameger ew kese ku li dijî dewletê berjewendiyên gel diparêze. Rojnameger propagandaya dewletê nakin. Karê rojnamegeran ewe ku rastiya derxînin holê û ragihînin. Em dibînin ku hevalên me jî ev yek bi layiqî kiriye. Dewlet ji bo nûçeyên wisa asteng bike hewldaneke wê ya taybet heye. Carna çeke dixîne serê wî carna jî diavêje girtîgehê.”   JI SAZIYÊN NAVNETEWÎ RE BANG   Demîrhan, xwest ku rêxistinên rojnamegeran ên netewî û navnetewî bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de bin û wiha axivî: “Pêwistiya me bi tenê nehiştinê heye. Wekî din jî rojnamegerî nayê kirin. Tişta ku xwedî lê were derketin di kesayeta 4 hevalên me de rojnamegerî bi xwe ye.”   MA / Mujdat Can