Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin 2021-03-30 09:35:01   NAVENDA  NÛÇEYAN – Alîkarê Serokê Banqeya Navendî Mûrat Çetînkaya ji peywirê hat girtin û li şûna wî Mûstafa Dûman hat peywirdarkirin.   Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, Alîkarê Serokê Banqeya Navendî (MB) Mûrat Çetînkaya ji peywirê girt. Bi biryarnameya ku di rojnameya fermî de hat weşandin re li şûna Çetînkaya, Mûstafa Dûman hat peywirdarkirin. Hat diyarkirin ku Dûman Midurê Giştî û Serokwekîlê Lîjneya Rêveberiya Şîrketa Nirxên Menqûl a Morgan Stanleyê bûye. Piştî vê biryarê dolar ji 8.22’yan derket 8.28’an.