'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre' 2021-03-30 09:15:39   STENBOL - Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'a Stenbolê Mehmet Acettîn, destnîşan kir ku îqtidar ji ber helwestên xwe yên "dijminatiyê" girtiyên nexweş bernade. Acettîn, anî ziman ku dê li dijî vê neheqiyê têbikoşin.   Li gorî rapora 2020'an a Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 594 jê rewşa wan xedar e. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê Mehmet Acettîn, diyar kir ku îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî û girtiyên nexweş dinêre.    LI GRTÎGEHÊ NEXWEŞ DIKEVIN    Acettîn, destnîşan kir ku mafê tenduristiyê yê 810 girtiyên nexweş hatiye binpêkirin. Acettîn, diyar kir ku kesên bi awayekî saxlem tên girtin, ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş dikevin. Acettîn, diyar kir ku şertên girtîgehê ji bo girtiyên nexweş cihê xetereyeke mezin e û bi şewbê re ev xetere zêdetir bûye.    Acettîn, bilêv kir ku sedema sereke ya zêdebûna binpêkirinên mafan jî polîtîkaya tecrîdê ye. Acettîn, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku tecrîdê ji holê rakirin û girtiyên nexweş rojek berî rojekê azad bibin.    TECRÎD ÎŞKENCE YE    Acettîn, bal kişand ser girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dane û got: "Herî zêde nexweşîna KOAH'ê û pişikê li girtiyan peyda dibe. Ji lew re oksîjenê baş nagirin. Li girtîgehên bilind jî ser hewadariyan bi têlan hatiye girtin. Ev yek moralê girtiyan xirab dike. Ji lew re girtî nikarin li jorê binerin. Em dixwazin şert û mercên girtîgehan, bibin şertine mirovî. Di serî de girtiyên nexweş û bi giştî jî ji bo başkirina şert û mercên hemû girtiyan em têdikoşin. Em ji bo şikandina tecrîdê têdikoşin. Tecrîd, îşkence ye. Pêkanîneke li dijî rûmet û kesayetiya mirov. Pêkanîneke jiyana mirovan asteng dike."    MIRINA DI RÎNGÊ DE    Acettîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan bibîr xistin û destnîşan kir ku sedema sereke ya grevên birçîbûnê binpêkirina mafan e. Acettîn, diyar kir ku mafê hevdîtinê û mafê hevdîtina bi telefonê bi temamî hatiye xespkirin û got: "Xweşikî rojname û dermanan nadin wan. Li Osmaniyeyê girtiyê nexweş Sabrî Kaya hebû. Di rojekê de 3 caran wî rakirin nexweşxaneyê. Mafê xatirxwestinê, mafê hemû girtiyan e. Lê vî mafê wî binpê kirin. Mesela girtiyekî nexweş ku ji qelbê xwe nexweş bû, gava wî dibirin nexweşxaneyê, di wesayîta rîngê de jiyana xwe ji dest da. Lewma divê li her girtîgehê ambulans hebin. Girtiyên nexweşîna diyabetê û gurçikan li wan peyda bûne hene. Ji bo van nexweşxan makîne divên. Divê van nexweşan bi ambulansên ku ev makîne tê de hene, bibin nexweşxaneyê. Ne bi rîngê."    GIRTIYÊN REWŞA WAN XEDAR    Acettîn, ji bo girtiyên nexweş got: "Tedawîkirina girtiyên nexweş pir girîng e. Lê baş nayên tedawîkirin. Girtiyên rewşa wan xedar divê dermanan bi kar bînin. Ji bo girtiyên nexweş tim bên muayenekirin û tedawîkirin, mekanîzmayeke kontrolkirinê divê. Ev nexweşînine demdirêj in. Girtiyên ku nexweşîna KOAH, pençeşêr û qelb li wan peyda bûne hene. Di dema vegera ji nexweşxaneyê de 14 rojan karantîna heye. Rewşa girtî ji bo karantînayê guncan e? Cihê karantînayê paqij e? Çend kes tê de hene? Yanî ev karantîna zilm e ji bo girtiyên nexweş. Di demên dawî de girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyê. Ji ber ku naxwazin vê zilmê bikişînin. Jixwe gava diçin nexweşxaneyê, muayenekirina bi awayeê kelemçekirî tê kirin. Ev ne ehlaqî ye. Nexasim jî di vê pêvajoya şewbê de peydakirina dermanan zehmet bûye."    TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ!    Acettîn, Qanûna Înfazê ya dawî wekî "tecrîda li ser tecrîdê" pênase kir û destnîşan kir ku îqtidar pandemî ji xwe re kiriye firsend.  Acettîn, bibîr xist ku bi Qanûna Înfazê re serek û endamên rêxistinên sûcî hatine berdan û got: "Pakêta înfazê li gor hiqûqa dijminatiyê tê çêkirin. Gava hiqûq bi vî rengî be, ev li girtîgehan dibe zilm. Li Tirkiyeyê efû jî çêbibe qanûna înfazê jî çêbibe, girtiyên siyasî nayên berdan. Tenê gava li Qanûna Bingehîn bê îtirazkirin tê derxistin. Li Qanûna Bingehîn a niha vê yelê qebûl nake."    Acettîn, bilêv kir ku xwest girtiyên nexweş, biasteng û girtiyên nexweş ên xwedî zarok demildest bên berdan. Acettîn destnîşan kir ku îqtidar ji ber helwestên xwe yên "dijminatiyê" girtiyên nexweş bernade û dê li dijî vê neheqiyê bitêkoşin.