Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin 2021-03-30 09:10:57   AMED - Amediyan nerazîbûna xwe ya derbarê îdianameya ji bo girtina HDP'ê de anîn ziman û gotin: "Partiya me li ku be, em li wir in. Bi êrîşan nikarin pêşiya me bigirin."    Dê vekolîna ewil a derbarê girtina HDP'ê de di 31'ê Adarê de li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bê kirin. Bertekên li dijî îdianameya derbarê girtina HDP'ê de didomin.    Me doza derbarê girtina HDP'ê de ji amediyan pirsî. Amediyan, destsnîşan kir ku ya tê kirin "zilm" e û naxwazin partiya wan bê girtin.    ‘QUWETA WAN NAGIHÊJÊ'    Adil Canbey got: "Kîjan partî dibe bila bibe, ê ku bi hilbijartina hatibe, divê bi hilbijartinê biçe." Canbey, anî ziman ku "terorîzekirina" HDP'iyan nayê qebûlkirin û got: "Em tiştekî wisa qebûl nakin. Divê heqên me yek bin. MHP bibêje çi bi ya wê dike. Niha MHP'ê li şûna FETO'yê ye. HDP, îro ro li her derî bi ser dikeve. Quweta wan nagihê ji bo girtinê. Bigirin jî em ê hîn xurtir bibin."    ‘NIKARIN PÊŞIYA ME BIGIRIN'    Ahmet Eken jî bilêv kir ku rêya HDP'ê rêyeke demokratîk e û got: "Dibe ku partiya me bê girtin, lê wekî ku wekîlekî me jî gotiye 'ma ne dikan e ku bê girtin.' Partiya me li ku be, em li wir in. Partiya me bi awayekî demokratîk tê birêvebirin. Niha li welêt ciwan birçî ne, şer heye. Êdî bes e. Dibe ku partiya me bigirin, wekîlên me bigirin, hevserokên me bigirin, lê ciwanên me hene. Bi van êrîşan ê nikaribin pêşiya me bigirin. Em civakeke ku me baweriya xwe bi demokrasî, aştî û medenietê aniye. Di vî warî de tu gumanên me tune ne û dê ev bidome."    Ahmet Ceylan jî destnîşan kir ku girtina partiyên siyasî 'înkarkirina demokrasiyê ye" û HDP partiyeke serbixwe ye. Ceylan, anî ziman ku armanca dewletê ew e ku dengan biçirpîne û got: "HDP, partiyeke serbixwe ye. Em van neheqiyan qebûl nakin."    Ê HÎN BÊTIR XWEDÎ LÊ DERKEVIN    Mûrat Taşdelen jî got: "Girtin ne çare ye. Madem ê bigirin, nexwe bila Desteya Hilbijartinê ya Bilind ew daxilî nav hilbijartinê nekirina. Tabelayê daxin, ê tabelayeke din were. Em naxwazin bê girtin. Çima digirin? Madem partiyeke siyasî ye, nexwe bila bimîne. Lê heger bigirin ê hîn xurtir bibe. Ê hilbijêr hîn bêtir xwedî lê derkevin."    ‘XESPKIRINA VÎNÊ'    Omer Ûlûdag ku ji Enqereyê ji bo gerê hatiye Amedê, diyar kir ku girtina partiyan qebûl nakin û got: "Ev, xespkirina vînê ye. Gel raya xwe daye, tu nikarî raya gel xesp bikî. Lê xeps dikin."    Mehmet Ayaz jî got: "HDP'ê negirin. Em naxwazin bê girtin. Em li cem partiya xwe û wekîlên xwe ne. Em kurd in û em dixwazin HDP hebe."