‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn 2021-03-29 15:56:11   AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê îşkenceya ku li Miduriyeta Polisan a Cizîrê xebatkarê DBP’ê Azat Polat hatibû kirin,  ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirsîn.    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Semra Guzel, Îmam Taşçier, Dersîm Dag, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr, angaşta îşkenceya ku li Miduriyeta Polisan a Cizîrê xebatkarê DBP’ê Azat Polat hatibû kirin, bi pêşnûmepirsekê ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirsîn.   Parlamenteran, di pêşnûmepirsa xwe de bi bîr xistin ku ji ber şîfreya telefona xwe negotiye polisan bi gotinan heqaret lê kirine û tundiya fizikî lê kirine.   Her parlamenter cuda cuda pêşnûmepirs da Serokatiya Meclisê û daxwaz kirin ku Soylû têkildarî mijarê daxuyanî bide.