Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da 2021-03-29 15:02:00 RIHA - Ferît Şenyaşar ê 21 rojin di nobeta edaletê de ye, ji ber gilîkirina birayê wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz Suleyman Yildiz ê hatibû tespîtkirin ku di êrişên li dijî malbata Şenyaşar de, cih girtiye îfade da dozger    Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîn Şenyaşar re 21 rojin li ber Edliya Rihayê di nobeta edaletê de ye, bi hinceta gilî li wî hatiye kirin, li Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê îfade da. Hat destnîşan kirin ku birayê Parlamanterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz Suleyman Yildiz ê hatibû tespîtkirin ku cihê xwe di êrişên li dijî malbata Şenyaşar de girtiye, giliyê Farîd Şenyaşar kiriye. Hat hînbûn ku Suleyman Yildiz, bi îdîaya Şenyaşar di danişîna 12’ê Adarê hat dîtin de ji Yildiz re gotiye “Em ê te û malbata te bi PKK’ê bidin kuştin” gilî kiriye.   Şenyaşar ê derbarê îdîayên “Gef li min xwar” ên Yildiz de îfade da, sûcdariyên li ser xwe red kirin û da zanîn ku wî bi tu awayî gef ne xwariye.    Şenyaşar, diyar kir ku ewê di nava rojê de, ji bo vê yekê derbarê Suleyman Yildiz de li dozgeriyê gilî bike.